Li Helebê Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi çoş hate pîrozkirin

Şêniyên Helebê bi meş û şahiyekê salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê pîroz kir.

19 tîrmeh, 2022   20:00
HELEB

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi dirûşmeya "Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê em ê dagirkeriyê têk bibin û serkeftinê misoger bikin" meşek li dar xist û paşê li Qada Şehîdan şahiyek li dar xist.

Meş ji pêşiya hola civînan a li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de ala TEV-DEM, Kongra Star, YPJ û YPG`ê hatin hildan û dirûşmeyên silavkirina berxwedana YPJ û YPG`ê hatin berzkirin.

Meş li Qada Şehîdan veguherî şahiyê. Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan, alên TEV-DEM, YPJ û YPG`ê hatî xemilandin

Di şahiyê de endama Meclisa Giştî ya PYD`ê Emîn Beyrem salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li rêber Abdullah Ocalan, hemû şehîdan û şervanên YPJ û YPG`ê pîroz kir û got: ''Bi saya berdêlên şehîdan û fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan gelên herêmê parastina destkeftiyên ku bi saya şehîdan di nava 10 salan de hatine bidestxistin, kir."

Paşê ji rêveberên Kongra Star Varjîn Mihemed jî anî ziman ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê rastî û pêwîstiya gelê Sûriyê veguherand siyasî û demokrasî.

Varjîn Mihemed got, vê şoreşê parastina taybetmendî û nirxên civakê yên çandî, dîrokî û olî kir. Şoreşê bi sernavê ber bi avakirina îradeyeke azad û demokratîk ve dest pê kir û hişmendiya înkar û siyasetên paşguhkirina li dijî hemû pêkhateyan, red kir.

Şahî bi stran û dîlanan ji aliyê koma Çiyayê Hewarê ya girêdayî Navenda Cemîl Horo ya Çand û Huner, Koma Şehîd Welat û Koma Şehîd Vejîn a girêdayî Tevgera Hîlala Zêrîn a çandê dewam kir.

Di dawiyê de govend li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin.

ANHA