Şêniyên herêma Firatê salvegera şoreşê pîroz kir

Bi dirûşma “Em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeya demokraîtk ava bikin”, bi sedan şêniyên herêma Firatê salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li Qada Şehîd Egîd a Kobanê pîroz kir. Di şahiyê de hate gotin, şoreşê rêyeke din ji gelên herêmê re vekir da ku li hember zordestan bibin yek.

Şêniyên herêma Firatê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên herêma Firatê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên herêma Firatê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên herêma Firatê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên herêma Firatê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên herêma Firatê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên herêma Firatê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên herêma Firatê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên herêma Firatê salvegera şoreşê pîroz kir
Şêniyên herêma Firatê salvegera şoreşê pîroz kir
19 tîrmeh, 2022   19:42
 KOBANÊ

Bi sedan şêniyên herêma Firatê, di nav de endamên saziyên sivîl, partî û mêvan ji derveyê herêmê li Qada Şehîd Egîd a bajarê Kobanê kom bûn û salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir.

Di şahiyê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn axivî û got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê berhema fikrê azad ê rêber Abdullah Ocalan e. Di vê boneyê de ev vê serketinê diyarî rêber Ocalan dikin.”

Şahîn wiha domand: “Bi vîn û yekitiya pêkhateyan em ê hemû komployan têk bibin. Çawa me herêmên xwe bi şoreşa xwe rizgar kirin, em ê wefedarî xwîna şehîdan bin ku bi saya wan em bi ser ketin.”

Şahîn di dawiyê de soza berdewamkirina têkoşînê ji bo azadiya gelên herêmê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan da û anî ziman ku ew ê bi giyanê Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi ser kevin.

`ŞOREŞA 19`Ê TÎRMEHÊ DÎROKEKE DIN A HERÊMÊ NIVÎSÎ`

Endama Koordînasyona Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yusif axivî û got: “Ev şoreş, şoreşa gelê ku tê koşiya û fedakarî kir heta gihaşt armanca xwe. Îsbat kir ku bi vînê dikarin hertiştî bikin. Şoreşa wan li dijî zordestiyê, rêyeke din ji gelên herêmê re vekir da ku bibin yek.”

Foza Yusif wiha domand: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê dîrokeke din a gelan bi taybet a jinan nivîsî ku êdî di civakê de xwedî roleke ku nayê înakirin.”

Foza Yusif wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Dijminê me dijminê hemû gelan e, hewl dide şoreşa me têk bibe, dengê me qut bike, bi taybet dewleta Tirk a dagirker. Lê em jê re dibêjin, em serîtewandinê qebûl nakin. Em ê bi azadî li ser axa xwe bijîn. Ev soza me ye. Ji ber wê di vê roja pîroz de, em ji gelê herêmê re dibêjin çawa me DAIŞ têk bir, Kobanê bû bajarê berxwedanê, dem hatiye ku gel careke din gotina xwe bêje û dagirkeriya Tirk têk bibe.”

`HER DESTEK JI BO DAGIRKIRINA HERÊMÊ DIRÊJ BIBE EM Ê WÊ QUT BIKIN`

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Kobanê Mehmûd Dîmo axivî û got: “Şoreşa me îsbat kir ku şoreşa heqiyê ye. Gel ji zordestan re got êdî bes e. Dengê wan li hember zordestan, vejîneke nû ya Rojhilata Navîn e. Ev yek bi saya rêber Ocalan e.”

Mehmûd Dîmo got: “Hewl nedin, her destek ji bo dagirkirina herêmê dirêj bibe em ê wê qut bikin. Em qebûl nakin ku gelê me careke din rastî komkujiyan werin.”

Hevserokê Desteya Kar û Barên Xebitandinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî axivî û got: “Şoreşa me şoreşeke birûmet e. Jiyana me vegerand rêya wê ya rast û va ye herêmên me îro di nav ewlehiyê de ne.”

El-Maşî bang li hemûyan kir ku axa xwe biparêzin, zordestan têk bibin, ji ber pêwîstiya herêmê bi hemûyan heye.

Di şahiyê de komên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê û hunermendên ji Reqa, Minbic, Koma Navenda Çand û Hunerê ya Qamişlo, berhemên xwe yên hunerî pêşkêş kirin.

(şx)

ANHA