Li Hecînê jî pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê

Li Hecînê bi beşdarbûna bi sedan kesî salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê hat pîrozkirin.

Li Hecînê jî pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê
19 tîrmeh, 2022   19:07
DÊRAZOR

Meclisa Herêma Rojhilat a Dêrazorê bi boneya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyek li dar xist.

Bi sedan şênî, rûspî, fermandarên leşkerî û nûnerên saziyên sivîl, leşkerî, ciwan, Mala Jin û Malbatên Şehîdan li xwaringeha bajarê Hecîn kom bûn û salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir.

Di şahiyê de hevserokê Meclisa Gel a bajarê Hecîn Selah El-Selman axivî û bi xêrhatina beşdaran kir. El-Selam teqezî bi pêwîstiya parastina destkeftiyên şoreşê kir ku ew gihandin ewlehiyê. Her wiha daxuyand dê bi yekitî û hevgirtina xwe bi Hêzên Sûriya Demorkatîk (QSD) re li hember dagirkeriya Tirk bisekinin.

Hevserokê Komîteya Xizmetguzarî ya Herêma Rojhilat Mihemed El-Egle daxuyaniyek bi navê Meclisa Herêma Rojhilat xwend.

Di daxuyaniyê de meclisê got Şoreşa 19`ê Tîrmehê giyanê rastîn ê berxwedana li hember hemû projeyên teror û tundrawiyê ye, şoreşa hişyarkirinê ye ku hemû beşên civakê; rewşenbîr, rûspî, ciwan, jin, karker û cotkar tev lê bûn.

Meclisê wiha domand: “Îro em berhemên wê şoreşa pîroz berhev dikin. Hîna ev şoreş bi wê giyanê berdewam e ku ji Kobanê destpê kir û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû.”

Di dawiya daxuyaniyê de meclisê soza şopandina rêya şehîdan, pêkanîna armancên wan heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî da û her wiha diyar kir ku şêniyên herêmê bi QSD`ê re ne û dê axa herêmê biparêzin.

Şahî bi gerandina xelekên govendê bi dawî bû.

(şx)

ANHA