'Şoreşa bi serkêşiya jinan wê teqez bi ser bikeve'

Di pîrozbahiya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê de hate gotin, şoreşa bi serkêşiya jinan wê teqez serketin para wê be. Her wiha banga piştgiriya hêzên leşkerî li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker hate kirin.

'Şoreşa bi serkêşiya jinan wê teqez bi ser bikeve'
19 tîrmeh, 2022   18:55
QAMIŞLO

Pîrozbahiya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê bi diruşma "Di salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê de em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" li Stada Şehîdên 12'ê Adarê ya li bajarê Qamişlo didome.

'ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ JI HEMÛ GELAN RE RONAHIYEK E'

/ar/uploads/files/2022/07/19/180354_mhmd-jwly.webp

Di şahiyê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Mihemed Çûlî axivî, berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kir û salvegera şoreşê li tevahî cangoriyên azadiyê, malbatên şehîdan, rêber Abdullah Ocalan û tevahî gelên herêmê pîroz kir.

Mihemed Çûlî diyar kir ku Şoreşa 19'ê Tîrmehê ji tevahî gelên Sûriyê re bû ronahiyek û li tevanî cîhanê deng veda.

Cûlî got: "Me bi hev re DAIŞ têk bir û ji herêmên xwe qewitandin, me rêveberiya xwe ya xweser ava kir ku hemû pêkhateyan di nav xwe de digire."

Mihemed Çûlî bal kişand ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û wiha pê de çû: "Ev êriş berdewam in, armanc jê têkbirina destkeftiyên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye ku bi xwîna şehîdan hatine bidestixstin. Wekî malbatên şehîdan sonda me em ê di hemû mercan de piştgiriya hêzên xwe yên leşkerî bidomînin."

'LI HEMBERÎ HEMÛ GEFÊN DIJMIN EM Ê SERKEFTINÊ PÊK BÎNIN'

/ar/uploads/files/2022/07/19/180040_wlydh-bwty.webp

Endama Koordînasyona Kongra Star  Welîda Botî salvegera şoreşê pîroz kir û got: "Em roja vejînê Şoreşa 19'ê Tîrmehê li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, rêber Abdullah Ocalan û tevahî jinên cîhanê pîroz dikin. Em xwediyê destkeftiyên bi nirx û hêzên leşkerî yên mezin in. Em xwediyê îradeya azad in. Ji ber vê yekê em ji dijmin û tevahî hêzên ku dibêjin wê şoreşa azadiyê ya li Rojava têk biçe, dibjin ku şoreşa bi serkêşiya jinan wê teqez bi ser bikeve. Bi têkoşîna xwe em ê serkeftinê misoger bikin."

Welîda Botî anî ziman ku Şoreşa Rojava ji tevahî gelan û jinên cîhanê re bûye mînaka azadiyê.

'ŞOREŞA 19'Ê TÎRMEHÊ BÛYE MÎNAKA DÎROKÎ YA BERXWEDANÊ'

/ar/uploads/files/2022/07/19/180437_smr.webp

Bi navê pêkhateya Ereb Hevseroka Meclisa Kantona Hesekê Semer Ebdullah ev tişt got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê şoreşa exlaq, nirxên civakê, şoreşa biratiya gelan e. Ez vê şoreşê li tevahî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Çirûska şoreşê ji Kobanê pêket û li tevahî bakurê Sûriyê ji Efrîn heta Qamişlo û Dirbêsiyê û tevahî herêman belav bû. Şoreşa me bi îradeya gelê me yê ku qebûl nekir bibe lîstokek di destê dewletên herêmê de, dengeyên  cîhanê guhert."

Semer Ebdullah destnîşan kir ku serkeftinên şoreşê li xweşiya dewletên herêmê neçû, ji ber vê yekê komployan li dijî wê pêk tînin da ku têk bibin. Her wiha got: "Şoreşa 19'ê Tîrmehê bûye mînekek dîrokî. Hêzên me herêm ji qirêjiya terora DAIŞ'ê rizgar kirin, di oxira wê d me zêdetirî 12 hezar şehîd û gelek birîndar dane. Ne ji lehengî û fedekariyên şehîdên me bûye, ev serkeftin nedihatin bidestxistin.

Semer Ebdullah li dijî gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga xurtkirina têkoşînê kir û got, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara xwe ya têkoşîna li gorî şerê gel ê şoreşgerî daye.

ANHA