Civîna li Tehranê dest pê kir

Beriya çend kêliyan, civîna sêalî di navbera serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê de li paytexta Îran Tehranê dest pê kir.

Civîna li Tehranê dest pê kir
19 tîrmeh, 2022   18:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî medyayê Îranê, civîna li Tehranê ya di navbera serokên Rûsya Vladimir Pûtîn, Îran Îbrahîm Raîsî û serokê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan de beriya çend kêliyan dest pê kir.

Li gorî raporên beriya civînê derketine, di civînê de dosyaya Sûriyê û dosyayên din ên herêmê rojeva sereke ye.

Dewleta Tirk a dagirker ji vê civînê armanc dike, bi hevalbendên xwe yên Astanayê re li hev bikin da ku erêkirina pêkanîna êrişên dagirkirinê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest bixe. Lê ji daxuyaniyên serokên Îran û Rûsya yên beriya civînê diyar dibe ku ew li dijî vê yekê ne.

Li aliyekî din Rûsya û Îran jî hewl didin nakokiyên di navbera dewleta Tirk a dagirker û hikumeta Şamê de çareser bikin.

Civînên berê yên Astanayê, bi lihevkirinên li ser hesabê gelê Sûriyê bi dawî bûn û li dijî projeya demokratîk a li herêmê daxuyanî dihatin dayîn.

(şx)