Zelal Ceger: Şoreşa 19`ê Tîrmehê, şoreşa vejîna azadiyê û xilasiya ji zulm û zordestiyê ye

Endama rêveber a TEV-DEM`ê Zelal Ceger banga mezinkirina têkoşînê li hember êrişên dagirkeran kir û got: “Ev roj, roja vejîna azadiyê û xilasiya ji zulm, zordestî û dijminan e.”

Zelal Ceger: Şoreşa 19`ê Tîrmehê, şoreşa vejîna azadiyê û xilasiya ji zulm û zordestiyê ye
19 tîrmeh, 2022   18:15
 ŞEHBA

Endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zelal Ceger di şahiya pîrozkirina salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê de ku li navçeya Fafîn a kantona Şehbayê li dar ketiye, axivî û got: “Ev roj, roja vejîna azadiyê û xilasiya ji zulm, zordestî û dijminan e.”

Zelal Ceger di axaftina xwe de behsa civîna sêalî ya di navbera Rûsya, Îran û Tirkiyê de li Tehranê li dar dikeve kir û diyar kir ku ev civîn li dijî gelê kurd e û wiha domand: “Dijmin niha li Tehranê ne û dê li ser qirkirina kurdan bicivin. Jilewra her ciqas dijmin hewl bide me qir bike û bikuje, divê em berxwedaneke bêhempa nîşan bidin.”

Her wiha Zelal Ceger îşaret pê kir ku şênî xwe li ser fikr û felsefeya rêber gelan rêber Abdullah Ocalan bi rêxistin kiriye û wiha domand: “Dijmin ji demekê ve bi rêya dezgehên xwe yên çapemeniyê her tim dibêje, dê êrişî me bike û dê me bixe bin desthilata xwe mîna ku beriya serdemekê kiriye. Lê vê carê, em tê gihiştine bûyerên li dora me rû didin. Vê carê em bi fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bi rêxistinkirî ne ku vîna me xurt dike. Ji ber wê kî dixwaze bila were em li meydanê ne.”

Zelal Ceger destnîşan kir ku serkeftina şoreşê, tê wateya serkeftina projeya neteweya demokratîk û wiha berdewam kir: “Serkeftina Şoreşa Rojava, tê wateya serkeftina projeya neteweya demokratîk. Ji ber wê divê em ji bo parastina destkeftiyên xwe tê bikoşin û Serok Apo ji girtîgeha Îmraliyê azad bikin.”

Zelal Ceger daxuyand ku serdama 21`an dê rêya xilasiya ji dagirkeriya Tirk be û got: “Serdema 21`an dê rêya xilasiya ji dewleta Tirk a faşîst be. Em ê axa xwe ya dagirkirî rizgar bikin. Ev yek girêdayî vîna me, sebir û îsrara me ye. Divê em azadiya xwe bi dest bixin.”

Zelal teqez kir ku sekna li hember êrişên dagirkeriya Tirk vebijêrka yekane ye û wiha pê de çû: “Her çiqas dijmin komkujiyan li dijî me pêk bîne, divê em hêza xwe ya têkoşînê nîşan bidin. Ji ber wê, çawa we li Efrîn li ber xwe da, hîna li Şehbayê li ber xwe didin, divê hûn li hember dagirkeriya Tirk bisekinin dema êrişî Til Rifetê yan jî herêmeke din bike. Divê hûn hêza xwe ya serkeftî nîşanî wê bidin. Rê nedin ku ji vê zêdetir dijmin bikeve nav axa me.”

 (şx)

ANHA