​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coş pîroz kir

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê pîroz kir

​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coş pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coş pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coş pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coş pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coş pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coş pîroz kir
​​​​​​​Şêniyên herêma Efrînê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi coş pîroz kir
19 tîrmeh, 2022   18:09
ŞEHBA

Bi sedan şêniyên herêma Efrînê bi dirûşmeya “Di salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê de em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke demokratîk ava bikin”, pîroz kir.

Şahî li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Qada şahiyê bi wêneyên şehîdan, alên Rêveberiya Xweser û Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Di destpêka şahiyê de endama Tevgera Hîlala Zêrîn a kantona Efrînê çend stranên şoreşgerî bi zimanên erebî û kurdî gotin.

Piştre, endama rêveber a TEV-DEM’Ê Zelal Ceger axivî,  îşaret bi girîngiya berxwedanê kir û got: “Divê hêza gel li hember dijmin derkeve da ku gel bikaribe li ber xwe bide û planên wî têk bibe.”

Her wiha endama rêveber a Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a herêma Efrînê, Mihemed Elo behsa destkeftiyên Şoreşa 19’ê Tîrmehê kir û got: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek destkeftî bi dest xistin, wek peydakirina aramiyê û birêxistinkirina civakê û xwespartina hêza civakê ji bilî hêza leşkerî her wiha pêşxistina rola jinê.”

Elo di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ev şoreş li xweşiya gelek dewletan neçûye û got: “Serkeftina Şoreşa Rojava li xweşiya hin dewletan neçûye di serî de dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên terorîst. Dewleta Tirk terorîst ji seranserî cîhanê kom kirin û destek dan wê û bi navê DAIŞ’ê xwestin şoreşa gelan têk bibin.”

Şahî bi pêşkêşkirina stranan ji aliyê Koma Çiyayê Kurmênc a TEV-ÇAND a Efrîn û gerandina govendan bi dawî bû.

(mh)

ANHA