Şêniyên Zorava salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

Şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê, Şamê salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir.

Şêniyên Zorava salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir
19 tîrmeh, 2022   17:28
​​​​​​​ŞAM

Bi dehan şêniyên taxa Zorava ya paytexta Sûriyê, Şamê, salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir.

Şêniyan wêne, al û sembolên Şoreşa 19’ê Tîrmehê hildan û siloganên ji bo xurtkirina asta têkoşînê avêtin.

Endamê rêveber ê Meclisa Taxa Zorava Ebdurehman Ferhan daxuyaniyek bi navê meclisê xwend û tê de salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir û soz da ku ew ê heta pêkanîna armancên şoreşê li ser şopa şehîdan bin.

Piştre endama rêveber a Kongra Star Mizgîn Yûsif axivî û rola pêşeng ya jinê di şoreşê de silav kir û banga pêşxistina asta têkoşînê û hevgirtina li dijî êrişan kir.

Şahî bi gerandina govendan û stranên şoreşgerî bi dawî bû.

 (mh)

ANHA