Di komcivînê de rêbazên pêşxistina qada aborî hat nîşqakirin

Rûniştina dawî ji Komcivîna Navneteweyî ya têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi diruşma "Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Destkeftî-Astengî-Pêşeroj" li Kluba Beylesan a li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo didome. Di rûniştina sêyemîn de rêbazên pêşxisitna qada aborî hatin nîqaşkirin.

Di komcivînê de rêbazên pêşxistina qada aborî hat nîşqakirin
19 tîrmeh, 2022   15:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Rûniştina dawî bi navnîşana "Astengî û zehmetiyên ku rastî Şoreşa 19`ê Tîrmehê tên" ji aliyê lêkolîner û nivîskar Dr. Azad Elî ve hat birêvebirin. Nivîskar û lêkolînerê zanista şûnwar û dîrokê ya NRLS`ê Murşid El-Yûsif û mamosteyê aborî û endamê Meclisa Serokatiya MSD`ê Hisên Ezam beşdar bûn.

Azad Elî behsa sûcên ku dewleta Tirk a dagirker li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne kir û wiha axivî: "Dewleta Tirk gelek operasyon li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî. Operasyona bi navê şaxê zeytûnê pêk anî û komkujî li Efrînê pêk anî. Piştî wê dest bi operasyona kaniya aştiyê kir. Di nava çend salan de Erdogan aloziya Sûriyê keysbaz kir û derbaskirina penaberan hêsan kir."

Hisên Ezam jî di axaftina xwe de behsa çawaniya danûstandina bi zehmetiyên aborî û rewşên ambargoyê ku li ser Rêveberiya Xweser hatine ferzkirin kir û ev tişt anî ziman: "Guhertinên di Rêveberiya Xweser de guhertinên bingehîn in. Serkeftina çi çalakiyeke aborî girêdayî aramiya siyasî ye. Ev yek jî di dema heyî de li herêmên Rêveberiya Xweser tune ye. Sedemên wê jî ku itîraf pê nehatiye kirin û ev jî astengiyê li pêşiya her kesê ku dixwaze li herêmên di bin serweriya wan de veberhênanê bikin. Ji ber tu kes naxwaze di nava gefan de pereyên xwe winda bike."

Ezam di dawiya axaftina xwe de ev tişt got: "Pêwîstiya herêmê bi aboriyê heye da ku bibe pêwîstiyeke sereke û erênî di geşedan û tunekirina xizaniyê de."

Rûnşitina sêyemîn a Komcivîna Navneteweyî ya têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya NRLS`ê bi dawî bû. Tê payîn ku piştî çend kêliyan civîneke çapemenî were lidarxistin û encamname were ragihandin.

ANHA