Beşdarên komcivînê: Hûn projeyeke pêşeng li herêmê ava dikin

Di rûniştina duyemîn a komcivîna navneteweyî ya têkildarî Şoreşa 19'ê Tîrmehê de bal hat kişandin ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li herêmên dagirkirî û hate gotin, ev yek li pêş çavê civata navneteweyî tê kirin, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gef li ser mirovahiyê hene û dê encamên wê li ser tevahî pêkhateyan neyinî bin.

Beşdarên komcivînê: Hûn projeyeke pêşeng li herêmê ava dikin
19 tîrmeh, 2022   15:50
QAMIŞLO

Komcivîna Navneteweyî ya têkildarî Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi diruşma "Şoreşa 19'ê Tîrmehê, Destkeftî-Astengî-Pêşeroj" li Kluba Beylesan a li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo didome.

Rûniştina duyemîn a bi navê "Rêveberiya Xweseriya Demokratîk wekî tecrûbe û model" ji aliyê endama NRLS'ê Zozan Hesen ve hat birêvebirin. Profesorê zanistên siyasî li zanîngeha Viyanayê, pisporê Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd  Thomas Schemendeger, seroka berê ya Desteya Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Meanze  û rêveberê Navenda Lêkolîn û Şêwiran a Lubnanê Hesan Qutib axivîn. Mamosteyê Qanûna Cinayatan û Zanistana Siyasî û Cîgirê Serokê Navenda Erebî ya Lêkolînên Siyasî û Stratejîk li Qahîre Muxtar Xebaşî ji ber pirsgirêkên teknîkî beşdar nebû.

Mamosteyê zanistên siyasî li zanîngeha Viyanayê, pisporê Rojhilata Navîn û pirsgirêka Kurd  Thomas Schemendeger behsa Rêveberiya Xweser û rola wê di parastina ewlehî û aştiya navxweyî, herêmî û navneteweyî de kir.

Paşê seroka berê ya Desteya Navn Azadiya Olan a Navneteweyî ya Amerîkayê Nadine Meanz bi navê "Rêveberiya Xweser di aliyê mafên pêkhateyan, azadiya ol û çandan de, li gorî herêmên din ên Sûriyê "şîrove kir.

'LI SÛRIYÊ SÛCÊN ŞER TÊN KIRIN Û DIJMIN TIRKIYÊ YE'

Nadine Meanze bal kişand ser rola QSD'ê di tunekirina DAIŞ'ê û got: "Hêzên Sûriya Demokratîk DAIŞ têk bir, lê li herêmên ku ji aliyê Tirkiyê ve hatine dagirkirin şênî rastî înkarkirinê tên, li dijî wan hemû cure tundî, wekî revandin û destdirêjî tê kirin. Serdana min a yekemîn a ji bo Rojava di sala 2019'an de bû, wê demê Tirkiyê sivîl direvandin û hewl dida kêmneteweyên olî û herêmî bike hedef. Li Sûriyê sûcên şer tên kirin û dijmin Tirkiyê ye. "

Nadine Meaze diyar kir ku ew ê alîkariya şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike.

'RÊVEBERIYA XWESER MAFÊ HEMÛ PÊKHATEYAN MISOGER DIKE'

Nûnerê Rêveberiya Xweser a  Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Fransayê Xalid Îsa jî axivî, bal  kişand ser hewldanên hin hêzên herêmî û xwecihî yên ji bo têkbirina destkeftiyên Şoreşa 19'ê Tîrmehê û got: "Dewletên ku li Rojhilata Navîn ava bûne, di nav de Sûriyê pişta xwe da modela dewlet-netew. Ev siyaset girêdayî îdeolojiya yek neteweyî û guh nade hêviyên gelên vê dewletê. Têgeha ku Rêveberiya Xweser pêşkêş kiriye projeya neteweya demokratîk û avakirina saziyên giştî ye ku hemû pêkhate tê de di erk û mafan de wekî hev in."

'TECRÛBEYA JINAN BÊHEMPA YE'

Lêkolîner û siyasetmedarê misrî Ramî Zihdî  bi rêya bernameya zoomê beşdarî komcivînê bû, qala girîngiya Rêveberiya Xweser di xurtkirina têkiliyên di avbera gelên herêm û dewletên Ereb wekî gel û hikumet kir.

Ramî Zihdî beşdarên komcivînê silav kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê girêdayî sîstemeke herêmî û pêkhateyan. Her wiha li ser tecrûbeya jinan jî got: "Ez tecrûbeya jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî tecrûbeyek bêhempa dibînin ku serkeftinên xurt bi xwe re anîn."

'EV KOMBÛN BERXWEDANEK E'

Nivîskarê karûbarên kurdî Patrice Franceski got: "Ji bo me wekî şandeyeke fransî cihê serferaziyê ye ku îro bi we re beşdar im û salvegera 10'emîn a şoreşa we bi we re pîroz dikin. Tevî ragihandina we ya rewşa awarte lê ez teqez dikim ku em ê piştî deh salên din careke din li vir kom bibin û bi kêfxweşiyeke mezin bijîn."

Patrice Franceski bi domdarî got: "Em li vir in da ku dengê we bighînin raya fransî, ragihandin û berpirsên desthilata Fransayê. Em dizanin piştî ku Erdogan di sala 2019'an de êrişî herêmên we kir rewş xirabtir dibe. Îro çavê her kesî li şerê li Ukraynayê ye. Divê têkoşîn û şerê we neyê jibîrkirin. Beriya niha me helwesta Swêd û Fînlandiyayê şermezar kir ku şertên Tirkiyê qebûl kirin. Di demekê de ku em li vir civiyane, civîneke di navbera sê dewletan de li Tehranê li dar ketiye ku dê siberoja we li wir nîqaş bikin. Di salvegera Şoreşa 19'ê Tîrmehê de ez pêşbinî dikim ku hinek avê dikelînin da ku amadekariyên êrişan li ser we bikin û hûn li vir pîzobahiyan dikin. Ev civîn mînaka berxwedanê ye."

Franceski her wiha got: "Ji bo ku dengê we bighînin Fransayê bi taybet li dijî gefên Erdogan em ê bixebitin. Em ê bixebitin da ku helwesta Fransa ya li dijî êrişên Erdogan xurt be. Hîna dem derbas nebûye, hûn li ber xwe didin em jî ji bo sekna li hemberî êrişên Tirkiyê têkoşînê dikin. Li ber xwe bidin hûn ê bi ser bikevin."

'CIVATA NAVNETEWEYÎ ÇAVÊ XWE LI BER FEDAKARIYA QSD’Ê DIGIRE'

Jina bi navê Megan Bodette jî behsa rola civata navneteweyî ya di destekdayîna ewlehiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, kir.

Megan Bodette diyar kir ku QSD’ê êriş kesî nekiriye lê belê êrişî wê dikin, hêzên navneteweyî di vê herêmê de xwedî berjewendî û armanc in, ji ber wê jî çavê xwe li bûyerên herêmê digire, nexasim gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê.

Megan Bodette her wiha da xuyakirin ku civata navneteweyî çavê xwe li ber fedakariya QSD’ê ya li dijî DAIŞ’ê digire û divê civata navneteweyî vê qenciyê vegerînin û destekê bidin şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Megan Bodette anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze kiryarên xwe yên 2019’an dubare bike û wiha domand: "Divê civata navneteweyî bûyerên ku li ser erdê diqewimin nas bikin, mirovahî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê di metirsiyê de ye, gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker dê encamên xerab ji herêmên Kurdî û pêkhateyên din re bîne.''

Megan Bodette wiha zêde kir: “Hûn projeyeke sereke di herêmê de ava dikin, erka civata navneteweyî jî ew e ku çareseriyekê dûrî berjewendiyên şexsî ji kirîza Sûriyê re bibîne, divê di lihevkirinên pêşerojê de nûnertiya Bakur û Rojhilatê jî were kirin, eger nebe jî dê lihevkirin hertim bê encam bin, herkes Sûriyeke aram û demokratîk dixwaze, erka civata navneteweyî jî ew e ku rê li ber êrişên dagirkeriya Tirk bigirin û parastins sivîlan bikin.”

Komcivîn didome.