Li Qamişlo pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir

Beriya çend kêliyan pîrozbahiyê salvegera şoreşê bi dirûşmeya "Di salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê de em ê dagirkeriyê têk bibin û Sûriyeke demokratîk ava bikin" bi beşdarbûna pêkhateyên herêma Cizîrê, li qada Stada Şehîdên 12`ê Adarê dest pê kir.

Li Qamişlo pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir
Li Qamişlo pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir
Li Qamişlo pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir
Li Qamişlo pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir
Li Qamişlo pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir
Li Qamişlo pîrozbahiya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê dest pê kir
19 tîrmeh, 2022   15:52
QAMIŞLO

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê her salê salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz dikin. Di pîrozbahiyan de soza domandina têkoşînê didin ku dê şoreşa xwe di hemû pêngavan de ber bi serkeftinê ve bibin û li hember hemû êrişên derve û hundirîn parastina xaka xwe bikin.

Di van kêliyan de bi awayekî girseyî pêkhate, netewe û olên herêma Cizîrê li qada Stada Şehîdên 12`ê Adarê kom bûne da ku salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz bikin. Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi pêşengî û serkêşiya jinê di hemû waran de hate naskirin û ji destpêka şoreşê ve gelek destkeftî bidest xistin.

Li cihê pîrozbahiyê alên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, TEV-DEM, PYD, Kongra Star, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê, Meclisa Malbatên Şehîdan û wêneyên rêber Abdullah Ocalan hatine daleqandin.

Bi sedan pêkhateyên herêma Cizîrê ji Kurd, Ereb, Suryan, Aşûrî, Kildan û Ermen bi cilên xwe yên folokilorî, endamên saziyên sivîl, civakî, siyasî, jin, ciwan, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê li qada pîrozbahiyê kom bûne.

Li cihê pîrozbahiyê dirûşmeyên silavkirina berxwedana Şoreşa 19`ê Tîrmehê têne berzkirin.

Li gorî komîteya amadekar a pîrozbahiyê, dê bi navê pêkhateyên Ereb, Suryan, Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û endamê Desteya Hevserokatiya PYD`ê Aldar Xelîl, axaftin werin kirin.

Her wiha komên hunerî yên girêdayî Desteya Çandê ya herêma Cizîrê û Tevgera Mezopotamiya ya Çand û Huner û 50 hunermendên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdarî pîrozbahiyê bûne.

ANHA