​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Tebqayê: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin

Meclisa Leşkerî ya Tebqayê diyar kir ku gelê herêmê û hêzên wê yên leşkerî amade ne parastina xaka xwe bikin û berxwedaneke bêhempa raber bikin ku bibe destpêka bidawîkirina dagirkeriya Tirk û rizgarkirina herêmên dagirkirî.

​​​​​​​Meclisa Leşkerî ya Tebqayê: Em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin
18 tîrmeh, 2022   12:13
TEBQA

Endam û fermandarên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê li pêşiya avahiya meclisê kom bûn û ji fermandarên meclisê Mihemed Ebdulreûf daxuyaniyek xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Em şer naperjirînin, lê wekî ku ji welatê xwe hez dikin em ji azadiyê jî hez dikin. Berxwedan rêya pêkanîna ewlehî, aramî û rizgarkirina herêmên dagirkirî ye.

Di demên dawîn de dewleta Tirk gefan li dijî herêmê dixwe û armanc dike hewldanên dewletan ên mayîndekirina ewlehiyê têk bibe û "herêma ewle" li ser sînor ava bike, ku bermahiyên terorîstan û DAIŞ`ê re bûne spartgeh.

Ev gef ne tenê li dijî gelê herêmê ye, lê belê li dijî cîhanê tevde ye û tê wateya binpêkirina peymana 2019`an, di heman demê de projeya me ya neteweya demokratîk dike armanc."

Armanc ji van êrişan ew e ku Sûriya were parçekirin û bakurê wê were dagirkirin û çarenûsa wê jî wekî ya Lîwa Iskenderon bibe. Em ji cîhanê û ji gelê xwe yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re tekez dikin ku em ê rê nedin dijminê Tirk ku projeyên xwe pêk bîne, em amade ne parastina herêmê û destkeftiyên şoreşa xwe bikin."

Lawaziya helwestên civata navneteweyî ya li hemberî vî şerî dê bandorê li herêmê bi taybet, li cîhanê tevde bike. Ji ber ku hêzên me bi vî şreî re mijûl bûne û operasyonên xwe uîm li dijî DAIŞ`ê kêm kirine.

Em bang li azadîxwazên Sûriyê û li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku destekê bidin hêzên me û piştgiriya vê berxwedanê bikin.

Artêşa hikumeta Şamê hêzên xwe li ser sînor û eniyên şer bi cih kirin û bi hevkariya Rûsyayê dê bi çekan hêza xwe xurtir bikin.

Em ê bi hemû hêza xwe hewl bidin rê li ber van êrişan bigirin. Lê eger pêk hatin, em ê bi berxwedaneke lehegane bersivê bidin, dê ev berxwedan bibe destpêka bidawîkirina dagirkeriya Tirk û rizgarkirina hemû herêmên dagikirî.”

(eh)

ANHA