PYD: Em ê bi yekitî û vîna gelan şoreşa xwe biparêzin

PYD`ê 10`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û cîhanê pîroz kir û da zanîn ku çawa li dijî çeteyên DAIŞ’ê bi ser ketin, ew ê bi yekitî û vîna gelan şoreşa xwe jî biparêzin.

PYD: Em ê bi yekitî û vîna gelan şoreşa xwe biparêzin
18 tîrmeh, 2022   12:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) îro bi daxuyaniyekê 10`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz kir.

Daxuyaniya PYD`ê wiha ye:

“Em salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gelê Rojhilata Navîn û mirovahiyê pîroz dikin. Di heman demê de em bejna xwe li hemberî şehîdên xwe yên ji bo mîsogerkirina jiyana birûmet canê xwe feda kirin, ditewînim. Em mîmarê vê şoreşa demokratîk rêber Abdullah Ocalan û lehengên li eniyên şer li dijî dijimin li ber xwe didin, silav dikin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku gelê Kurd li Kobanê dest pê kir, çirûska yekemîn e ku rêya xwebawerî, azadî û demokrasiyê li pêşiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ronî kir û hat gotin: “Şoreşa ku keç û xortên Kobanê dest pê kir, îsbat kir ku altirnatîfa herî guncaw a sîstemên zordestiyê yên navendî û hêzên dijberiya wan sîsteman îdia dikin e. Em xwediyên vê xakê ne, em rêgeha jiyana xwe bi îrdaya xwe xêz dikin, zordestî û tarîtiya serdemên navîn red dikin. Tîrêja şoreşê li Efrîn piştre li herêmên Cizîrê belav bû û bû Şoreşa Rojava.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ew meşaleya ku gelê Kurd li Rojava pê xistiye, ji bo tevahiya pêkhateyên herêmê yên zilma komên tarî dikişînin bû nimûne û modelek û wiha berdewam kir: “Lê vîna azad û israr û hêza civaka rêxistinkirî garantiya serkeftina li dijî dijminê gelan e. Rêveberiyên Xweser ên Demokratîk piştre jî pêşketina pergala parastinê ku pêkhate gihand vê astê niha di Sûriyê û çareseriya siyasî ya Sûriyê de ye. Hemû hewldanên dûrxistina pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê vala derketin.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku yek ji berhemên Şoreşa 19`ê Tîrmehê ye ji bo çareseriya siyasî ya Sûriyê bûye modelek ji bo pêkanîna îstiqrar, aştî, jiyana hevbeş û biratiya gelan li Sûriyeya yekbûyî ku pêdiviya hemû sûriyan pê heye. Her wiha ew ji nimûneya çareserkirina pirsgirêkên Rojhilata Navîn e jî.

Yên ku li ser xwîn û xêr û bêrên gelan xwe xwedî dikin, naxwazin ev tecrubeya ku hêviyên gelan ên jiyana bi rûmet bi ser bikeve. Ji lewre em dibînin ku ew hemû rengên fitneyê, destirêjiya li dijî şêx û zarokan pêk tînin, qirkirina etnîkî li dijî hemû pêkhateyan pêk tînin û şerê taybet dimeşînin da ku projeyên xwe yên valakirina herêmê, guhertina demografiyeyê pratîze bikin.

Îro dewleta Tirk a dagirker êrişî şoreşa civakî dike û hewl dide destkeftiyên gelan têk bibe. Lê çawa ku li dijî mezintirîn rêxistina terorîst a li cîhanê "DAIŞ" bi ser ketin, em ê bi vîn û yekitiya gelan şoreşa xwe jî biparêzin.

Em bang li hêzên demokratîk û azadîxwaz ên cîhanê dikin ku li hember timayên Erdogan bi me re bin û ji bo mayîndekirin û berdewamiya vê şoreşê ku ji bo tevahî mirovahiyê bûye hêvî, piştgiriya me bikin.

Em salvegera 10`emîn a Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin. Em soz didin gelê xwe ku em ê rêya bi deh hezaran şehîdên xwe bişopînin yên ku bi saya wan em îro gihaştine vê astê. Em bang li hemû pêkhateyên xwe dikin ku li dor şoreşa xwe kom bibin, ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve rastî destdirêjiyan tê û bi wê yekê hemû pîvanên mirovî û exlaqî binpê dike.”

(eh)