Heger Tirkiyê êrişî herêmê bike Nubul û Zehra di hedefê de ne

Bajarokên Nubul û Zehra yên gundewarê bakurê Helebê ku hêzên Îranê xwe lê bi cih kirine careke din dikeve rojevê. Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê niyet dikin ku tolê hilînin û her du bajaran  dagir bikin. Lê şêniyên van her du bajaran xwe naspêrên hêzên leşkerî yên ku lê bicih bûne an ku Îranê.

Heger Tirkiyê êrişî herêmê bike Nubul û Zehra di hedefê de ne
17 tîrmeh, 2022   00:45
ŞEHBA-SÎPAN CÛDÎ

Dawiya 2012`an, çeteyên Cebhet El-Nusra dorpêçeke tengav li her du bajarojên Nubul û Zehra ferz kir. Dorpêç heta destpêka 2016`an berdewam kir. Hêzên hikumetê û hevalbendên wê yên Îran û Hizbullahê bi piştgiriya balafirên Rûsyayê gundên bakurê Helebê vegerandin bin kontrola xwe û dorpêça li ser her du bajarokan şikandin.

Ji ber wê dorpêçê şêniyên her du bajarokan gelek zehmetî kişandin. Madeyên xwarinê û pêdiviyên tenduristiyê kêm bûn. Her wiha ji aliyê çeteyên Cebhet El-Nusra ve her du bajarok dihatin topbarankirin, welatiyên her du bajarokan li herêmên cuda yên Sûriyê dihatin revandin.

Wê demê kantona Efrînê roleke sereke di sivikkirina azarên şêniyên her du bajarokan de lîst ji ber li tixumên kantonê bûn. Efrîn ji wan re bû korîdoreke ewle ku alîkariyên mirovî, madeyên xwarinê û tenduristiyê derbasî her du bajarokan dikir.

Piştî ku serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan navîna Gulanê ragihand ku welatê wî hewl dide bajarên Minbic û Til Rifetê dagir bike û “herêmeke ewle” bi kûrahiya 30 kîlometreyan di axa Sûriyê de ava bike, fikar dîsa çêbûn ku azarên 2012`an dubare bibin.

Bi dagirkirina Til Rifetê re, dê Nubul û Zehra di armanca topbaranê de bin û dê şêniyên wê bi xeteriyê re rû bi rû bimîn nexasim ku niştecihên wê Şîe ne.

Di encama wan gefan de, ji ber tirsa ku dê komkujî û dorpêç li dijî niştecihan dubare bibin, di vê dawiyê de gelek malbat koçberî Şamê bûn bi taybet li herêma Seyde Zeyneb bi cih bûn.

NUBUL Û ZEHRA LI KU NE Û ÇIMA GIRÎNG IN?

Bajarokên Nubul û Zehra li bakur rojavayê Helebê û rojavayê rêya navneteweyî 214 e ya di navbera Ezaz û Efrînê de. Kêmtirî 20 kîlometreyan ji navenda parêzgehê dûr e û niştecihên wê 75 hezar in.

Her du bajarok derdora 12 kîlometreyan ji Til Rifetê dûr in. Tenê gundê Birc Qas ê navçeya Şêrawa her du bajarokan ji herêmên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam cuda dike.

Her du bajarok di bin hegemonya hêzên Îranê, Hizbullah Lubnanî û hêzên hikumeta Şamê de ne. Saziyên wê yên sivîl û xizmetguzarî jî hene.

Li gorî rojnamevanekî ji Nubulê ku nexwest navê xwe eşkere bike, her du bajarok ji bo hêzên Îranê li bakurê Helebê depoyeke mirovî ye û dergehê bajarê Helebê ye ku girîngtirîn bajarên Sûriyê ye.

Rojnamevan destnîşan kir ku dagirkirina Til Rifet, ji bo Îranê mîna lêdana li zengilê xeteriyê ye. Îranê sewqiyatên leşkerî anîn bakurê Helebê û li derdora her du bajarokan bi cih kirin. Bi taybet li gundê Bênê û yên din ên Şêrawa bi cih kirin, alên xwe li gund li beramber gundê Miryemînê yê dagirkirî daliqand ku di vê dawiyê de Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra berê) kir bin kontrola xwe.

Li gorî heman rojnamevanî, Îran bi Tirkiyê re dan û standinê dike da ku gefên xwe pêk neyne. Li aliyekî din li rex sewqiyatên dawîn, agahî hene ku pergala dij balafirên Bayraktar li herêmên cuda yên bakurê Helebê bi taybet li derdora her du bajarokan hatine bicihkirin.

Îran hewl dide rê li pêşiya dubarebûna senaryoya bajarokên Fûa û Kefreya yên şîî yên gundewarê Idlibê bigire. Çeteyên dewleta Tirk heta gelek salan her du bajarok dorpêç kirin, lê piştî navbeynkariya Qeter û Îranê di 28`ê Adara 2017`an de, her du bajarok hatin valakirin, li beramberî  derxistina çeteyan ji Zebedenî û Medaya.

PIŞTÎ BIDAWÎBÛNA DORPÊÇÊ YA GELEK SALAN LÊ HÎNA TÊNE TOPBARANKIRIN

Piştî dagirkirina Efrînê di 18`ê Adara 2018`an de, dem demê dewleta Tirk a dagirker her du bajarokan topbaran dike. Di encamê de gelek şênî dibin qurban.

Navîna Gulanê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam otobûseke leşkerî ya  veguhestina alîgirên Îranê li gundê Eyn Cara yê nêzî her du bajarokan kir hedef di encamê de gelek endam hatin kuştin û birîndar bûn.

Hedefgirtina kerwanê cenazeyên endamên ku di wê topbaranê de hatine kuştin mîna ragihandina şer bû ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam ve li dijî bajarokên Nubul û Zehra.

Welatiyê bi navê M.Ş. ku nexwest navê xwe eşkere bike hişyarî da ku senaryoya dorpêçêkirina her du bajarokan û topbarana domdar a 3 salan dîsa dubare bibin.

M.Ş. diyar kir ku ew ditirse ku senaryoya dagirkirina Efrînê û lihevkirina di navbera Rûsya û Tirkiyê de bi serê wan pêk were. Her wiha got şênî ditirisin ku rastî hemleyên qirkirin û koçberkirinê werin, heke komên çeteyên radîkal ên girêdayî Tirkiyê Til Rifetê dagir bikin.

Tê bibîrxistin ku şêniyên her du bajarokan û hêzên alîgirên Îranê li rex hêzên hikumeta Şamê tev li hemleyên vegerandina herêmên Lêremûn, Kefer Hemra, Heyan, Hirêtan, Enedan û Biyanûn ên bakurê Helebê sala 2019`an bûne. Ew têgihiştine wê rastiyê ku heke komên çeteyan bigihêjin tixumên herêmên wan, dê tola xwe ji wan hilînin ji ber tev li wan hemleyan bûne.

(şx)

ANHA