Senherîb Bersûm: Em hêvî dikin daxwaza me ya girtina qada hewayê bê bersivand

Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm diyar kir ku bangewaziyên partî û hêzên siyasî yên herêmê ku qada hewayê ya herêmê li pêşiya balafiran bê girtin, bangewaziyeke mirovî ye da ku gelên herêmê ji timayên Tirkiyê bê parastin û careke din bang li civata navneteweyî kir ku daxwaza wan bînin cih.

Senherîb Bersûm: Em hêvî dikin daxwaza me ya girtina qada hewayê bê bersivand
17 tîrmeh, 2022   01:55
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 28`ê Hezîranê de bang li Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna li dijî DAIŞ û Rûsya Federal kir ku qada hewayê ya herêmê li pêşiya balafiran bigirin da ku rê li pêşiya sûcên dagirkeriya Tirk bigirin. Her wiha bang li gel kir ku hemleyan li dar bixin da ku hesab ji Tirkiyê bê xwestin.

Piştî wê, piraniya sazî, rêxistin, yekitiyên sivîl û jinan ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tev li bangewaziya partiyan bûn.

/kr/uploads/files/2022/07/16/193433_-.webp

Der barê mijarê de, hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm îşaret bi girîngiya girtina qada hewayê ya herêmê di dema niha de kir û got: “Gefên dewleta Tirk berdewam in. Dê di pêşerojê de jî gef li herêmê bixwe. Lewra partiyan, pêwîstî dît ku qada hewayê ya herêmê bê girtin, da ku herêm ji mudaxele û timayên Tirkiyê bê parastina û rê li pêşiya pêkanîna qirkirina li dijî gelên herêmê bê girtin.”

Bersûm balkişand ser xeteriyên êrişên dagirkeriya Tirk li dijî axa Sûriyê bi taybet li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û got: “Timayên Tirkiyê ji bo dagirkirina herêmê din ên Sûriyê û gefên wê li dijî herêmên Rêveberiya Xweser gefên cidî ne. Bi rêya wê dixwaze plana xwe ya firehkirinê pêk bîne ku bakurê Sûriyê bi giştî li gorî gelek qonaxan, çi bi rêya mudaxeleya rasterast yan jî bi rêya çeteyên xwe dagir bike.”

Her wiha wiha domand: “Tirkiyê sûcên şer û qirkirinê li dijî gelên herêmê pêk anîn, destwerdana axa Sûriyê kir, şêniyên wê yên resen koçber kir, qetilkirin û komkujî li dijî welatiyan pêk anî.”

`HERÊMÊN EWLE YÊN TIRKIYÊ LI DIJÎ EWLEHIYA NAVNETEWEYÎ NE`

Bersûm sûcên ku bi êrişên dagirkeriya Tirk li ser Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re pêk hatine bi bîr xistin û wiha berdewam kir: “Ew bûyer dê îro jî li her herêmekê ku Tirkiyê dagir bike, dubare bibe. Wê şêniyan koçber bike, guhertina demografiyê pêk bîne û sûriyên herêmên din li şûna yên resen bi cih bike.”

Bersûm destnîşan kir ku herêmên Tirkiyê yên ku îdia dike ewle ne, di rastiyê de ji bo komên çeteyan û terorîstan ewle ne û wiha pê de çû: “Em dizanin ku serçeteyên DAIŞ`ê xwe spartine wan herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de. Ji ber wê ev herêmên ewle yên Tirkiyê li ser Sûriyê bi giştî û ewlehiya navneteweyî gef in.”

'PÊWÎSTÎ BI LIHEVKIRINEKE NAVNETEWEYÎ HEYE'

Bersûm teqez kir ku pêwîstiya daxwaza partiyan a girtina qada hewayê bi lihevkirineke navneteweyî û ya hêzên mezin heye ku sponseriya vê daxwazê bike û pêk bînin û ev li gotinên xwe zêde kir: “Ji ber wê hemleya me berdewam e. Em ê xwe digihînin hemû dewletên cîhanê, rêxistinên navneteweyî û NY`yê. Hêvî dikin ku ev alî bersiva daxwaza gelê me bidin û rêyekê ji bo parastina herêmê ji van gefên yekser bibînin.”

Der barê sedemên bêdengiya Amerîka û Rûsya li hember vê daxwazê de, Bersûm got: “Hegemon û berjewendiyên her du welatan li Sûriyê hene.  Ji ber vê yekê hewl didin armancên xwe bi rêya vê hebûna xwe ya leşkerî pêk bînin bi taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

Bersûm diyar kir ku pêwîstiya girtina qada hewayê ya herêmê bi lihevkirinan di navbera hêzên mezin de heye lê di van şert û mercan de ev yek ne pêkan e.

HEMLEYA PARTIYAN LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ

Bersûm daxuyand ku bangewaziya partiyan, mirovî ye ji bo parastina gelên herêmê, qanûnên navneteweyî û yên NY`yê ye û bangewaziya wan ji hemû aliyan re ye ku dikarin herêmê biparêzin, ne berjewendiyên navneteweyî li ser hesabê xwîna gelên herêmê pêk bînin.

Der barê hemleya partiyan de, Bersûm got: “Me bi rêya civîneke çapemeniyê destpêkirina hemleya xwe ragihand. Piştre me gelek hevdîtin bi siyasetmedar û parlamenterên navneteweyî re, çi yên rasterast çi yên bi rêya înternetê li dar xist. Me rewşa herêmê ji wan re ragihand û girîngiya daxwaza xwe destnîşan kir bi taybet girtina qada hewayê.”

Der barê hemleyê de Bersûm ev agahî parve kir: “Hemle wê heta 19`ê Tîrmehê berdewam bike ku salvegera 10`an a Şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Em ê hemleya xwe û lidarxistina hevdîtinan bi aliyên derve re berdewam bikin. Em hêvî dikin ku daxwaza me bînin cih. Ji ber daxwaza hemû saziyên sivîl, siyasî û gel e.”

Di dawiyê de Senherîb Bersûm bang li gelê herêmê kir ku li dora hêzên leşkerî û rêveberiyê wê ya xweser kom bibin da ku destkeftiyên şoreşa 19`ê Tîrmehê biparêzin û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “QSD û Rêveberiya Xweser gelên herêmê ji planên derve û siyasetên qirkirinê diparêzin.”

(şx)

ANHA