ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 17-07-2022
16 tîrmeh, 2022   23:00

-Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi amadebûna şandeyeke fransî, civîneke çapemeniyê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo li dar dixe, saet 11:00' an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi boneya salvegera 10'emîn a Şoreşa 19'ê Tîrmehê şahiyek li Minbicê tê lidarxistin, saet 17:30'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Partiya Yekitiya Suryan Senherîb Bersûm diyar kir ku bangewaziyên partî û hêzên siyasî yên herêmê ku qada hewayê ya herêmê li pêşiya balafiran bê girtin, bangewaziyeke mirovî ye da ku gelên herêmê ji timayên Tirkiyê bê parastin û careke din bang li civata navneteweyî kir ku daxwaza wan bînin cih. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Kesayetên welatparêz ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgirî dan ragihandina rewşa awarte  û diyar kirin ku rewşa awarte ji bo parastina herêmê ji  gef û êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker girîng e û gaveke ber bi rizgarkirina herêmên dagirkirî ve ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Bajarokên Nubul û Zehra yên gundewarê bakurê Helebê ku hêzên Îranê xwe lê bi cih kirine careke din dikeve rojevê. Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê niyet dikin ku tolê hilînin û her du bajaran  dagir bikin. Lê şêniyên van her du bajaran xwe naspêrên hêzên leşkerî yên ku lê bicih bûne an ku Îranê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

HEVPEYVÎN

- Hesen Koçer Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi pergaleke fikrî ya ji bo afirandina civakeke azad wesifand. Her wiha diyar kir ku ev şoreş, di heman demê de şer dike û ava dike. Koçer anî ziman ku lihevkirina pêkhateyan çareseriya yekane ya xilasiya ji tevliheviya herêmî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN Û ROJHILATA NAVÎN

- Beriya 11 salan, tam di 2011`an de şoreşa Tunisê destpê kir ku bi şoreşa jasmînê hat bi navkirin. Gotina Bersiv Tunis e ji ser zimanên ciwanên ereb qut nedibû ji ber ku heyrana wê bûn. Ev şoreş bilez li gelek dewletên ereb belav ku piştre bi navê Şoreşên Bihara Erebî hat bi navkirin.

- Tevgera Rîcal El-Kerama ya li Siwêdayî nameyek ji hikumeta Şamê re şand, tê de banga başkirina rewşa debarê û ya ewlehiyê li herêmê kir. Her wiha hişyarî da ku ew ê bêdeng nemînin. Têkildarî Lîbyayê jî welatiyên herêmê metirsiyên xwe ji vegera rewşa tevlihevî û şerê navxweyî nîşan dan, nexasim li gel nîşaneyên derketina parçebûnê di navbera milîsan de yên ku her yek ji wan girêdayî aliyekî siyasî ye.

ANHA