Şêniyên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî da malbata şehîd Cûdî Amanos

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê sersaxî ji malbata şervanê YPG`ê Cûdî Amanos re xwestin yê ku 12`ê Tîrmehê li Helebê di encama qezayê de şehîd bûbû.

16 tîrmeh, 2022   12:38
HELEB-ARIF SILÊMAN

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Can Osman (Cûdî Amanos) a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd vegirt û bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şervanên YPG/YPJ`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîma sersaxiyê bûn.

Şehîd Cûdî Amanos 12`ê Tîrmehê di encama qezayê de şehîd bûbû.

Konê sersaxiyê bi wêneyên şehîdan û rêber Abdullah Ocalan, alên YPJ/YPG`ê û Meclisa Malbatên Şehîdan hate xemilandin.

Endama Komîna Şehîd Cengîz, Yasmîn Sîdo di merasîmê de axivî û sersaxî ji malbata şehîd Cûdî Amanos re xwest û got: "Di şexsê şehîd Cûdî Amanos de em hemû şehîdên ji bo gel, doz û welatê xwe cane xwe feda kirine, bi bîr tînin."

Yasmîn diyar kir ku şehîd Cûdî ji bo parastina gelê xwe têkoşiya û gihaşt asta şehadetê, lewma ew ê şehîdên xwe ji bîr nekin ji ber ku sembol û pêşengên berxwedanê ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ger ne ji şehîdan bûya me nekarî destkeftî û herêmên xwe ji dijmin biparêzin."

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remezan Bekir jî şehîdên Berxwedana 14`ê Tîrmehê di girtîgehên hikumeta Tirk a faşîst de bi bîr anîn û wiha axivî: "Şehîdên 14`ê Tîrmehê rêya azadiyê ji me re ronî kirin, bi saya fedekariyên wan em îro li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin. Wan em fêrî hezkirina xaka xwe û parastina wê kirin.”

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Eyşe Hiso jî îşaret bi gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û got: "Dema ku artêşa Tirk a dagirker derbên giran ji destê gerîlayên azadiyê dixwe, êrişî herêmê dike. Lewma divê em ji parastinê re amade bin. Em her tim bi îsrar dibêjin ku em ji rizgarkirina xaka xwe ya dagirkirî re û avakirina Sûriya demokratîk re amade ne."

Eyşe Hiso destnîşan kir ku gelê herêmê xwediyê felsefeya neteweya demokratîk û biratiya gelan e, lewma bi êrişên dewleta Tirk a dagirker re rû bi rû dimîne û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê em ê dirûşmeya Mazlûm Dogan û şehîdên 14`ê Tîrmehê ya Berxwedan Jiyan e esas bigirin. Bi berxwedana wan em ê li dijî dewleta Tirk a faşîst bi ser bikevin."

Endama Nivîsgeha Têkiliyan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) şaxê Helebê Fatima Hesîno jî berxwedana şehîdên Zindana Amedê ku ji bo parastina gelên bindest canê xwe feda kirin, bi bîr anî û got: "Tirkiye hewl dide vîna me û lehengên me bişkîne. Şehîd Cûdî şopdarê destana lehengiyê ya li Zindana Amedê ye. Di oxira rizgarkirina herêmên dagirkirî de, em hemû projeyên şehadetê ne.”

Piştre endama Komîteya Perwerdeyê ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Zekiye Mistefa wesîqeya şehadetê ya şehîd Cûdî Amanos xwend û radestî malbatê kir.

(eh)

ANHA