​​​​​​​33 partî û hêzên siyasî kampanya hashtagê ji bo girtina qada hewayî da destpêkirin

33 partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê da zanîn ku dê 23’yê Tîrmehê ji bo girtina qada hewayî ya herêmê dest kampanyayeke hashtagê bikin.

​​​​​​​33 partî û hêzên siyasî kampanya hashtagê ji bo girtina qada hewayî da destpêkirin
16 tîrmeh, 2022   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê 33 partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya 33 partî û hêzên siyasî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate gotin ku ji bo qedexekirina qada hewayî li ber balafirên artêşa Tirk a dagirker, dê 23’yê Tîrmehê li gorî saeta Brukselê di 19.00’an de û li gorî saeta Amedê di 20.00’an de kampanyayaeke hashtagê bidin destpêkirinin.

Di berfirehiya daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Ji sala 2011’an ve welatê me di nava qeyraneke kûr de ye. Di encama berdêlên giran de me Şoreşa Demokratîk a Rojava pêk anî û me bi hemû pêkateyên xwe yên wekî Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Çîçan û hwd rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Me li hemberî DAIŞ’ê şer kir û şoreşa xwe li ser pêyan hişt. Ruxmî ku em li ser erdê wekî hevalbendê herî girîng ê Koalîsyona li dijî DAIŞ’ê ne, li hemberî êrişên bênavber ên dewleta Tirk ku bi xwe jî di nava vê koalîsyonê de ye, li ber xwe didin. Niha jî dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê, dixwazin heremên me yên din ên azad jî wekî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir bikin.

Em sala 99’emîn a Peymana Lozanê ya hêzên dagirker û qirker ku ji bo meşrûkirina dagirkirina Kurdistanê, bi salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tirmehê ku li hemberî Lozanên nû çêbûye, pêşwazî dikin û em 33 partiyên siyasî yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebatê dimeşînin, xwedî li şoreşa xwe derdikevin.

Me hemleyek bi navê “Qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji firîna balafirên şer û amûrên bêmirov û biçek ên dewleta Tirk re bê qedexekirin” da destpêkirin.

Hemleya ku heya niha me li kolanan û di qada dîplomatîk bi rê ve biriye, em ê bi kampanyaya hashtagê ku di 23’yê Tirmehê 2022’yan de li gorî saeta Brukselê 19.00’an, li gorî saeta Amedê 20.00’an, di medyaya dijîtal de jî bidin meşandin. Şoreşa xwe ya ku hêviya dawî ya mirovahiyê ye bi hev re biparêzin. Em dizanin ku em ne tenê ne. Lewma serkeftin a azadîxwazan e! Bi rêz û hurmetên bêdawî."

Partî û hêzên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser daxuyaniyê îmze kirine;

Partiya Yekitiya Demokratîk

Partiya Kesk a Demokrat

Partiya Aştî ya Demokratîk a Kurdistanê

Yekitiya Lîbîral a Kurdistanê

Partiya Komunîst a Kurdistanê

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Partiya Çep a Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Partiya Kombûna Nîştimanî ya Kurdistanê

Yekitiya Şexîlê ya Kurdistanê

Partiya Guhertina Demokratîk a Kurdistanê

Desteya Nîştimanî ya Ereb

Tevgera Nûjen a Kurdistanê

Partiya Komarî ya Kurdistanê

Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurdên Sûriyê

Tevgera Reformê-Sûriyê

Partiya Asûrî ya Demokratîk

Partiya Roja Demokratîk a Kurd li Sûriyê

Yekitiya Nîştimanî ya Azad-Rojava

Tevgera Civaka Demokratîk

Kongra Star

Partiya Muhafizan a Demokratîk

Partiya Têkoşînê ya Demokratîk

Şepêla Pêşerojê ya Kurdistanê

Partiya Demokrat a Kurdistanê-Rojava Kurdistan

Partiya Wehdê ya Demokratên Kurd li Sûriyê (Yekitî)

Partiya Demokrat a Kurd li Sûrî

Partiya Sûriya Pêşerojê

Partiya Modernîte û Demokrat

Desteya Tensîq a Nîştimanî