​​​​​​​Jinên Kobanê: Em nahêlin dagirkeriya Tirk gundekî herêmên me dagir bike

Gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin. Jinên Kobanê diyar kir ku ew amade ne li hember dagirkeriya Tirk li ber xwe bidin û got “Em nahêlin dagirkeriya Tirk gundên me dagir bike.”

​​​​​​​Jinên Kobanê: Em nahêlin dagirkeriya Tirk gundekî herêmên me dagir bike
16 tîrmeh, 2022   06:25
KOBANÊ

Bertekên li dijî êrişên dagirkeriya Tirk zêde dibin û îşaret bi mezinkirina têkoşînê li hember êriş û gefên domdar ên li dijî destkeftiyên Şoreşa 19`ê Tîrmehê tê kirin.

Welatiya bi navê Naz Mihemed a ji navçeya Qenaya ya kantona Kobanê got: “Dewleta Tirk ji destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê ve êrişî herêmê dike. Destpêkê bi rêya wekîlan êrişî herêmê kir piştre yekser mudaxele kir û gelek herêm dagir kirin.”

Naz Mihemed wiha domand: “Dewleta Tirk a dagirker parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dike hicet. Lê ew armanc dike Mîsaqî Millî pêk bîne û Împaratoriya Osmanî ya berê vejîne û piştî dagirkirina herêmê wê tev li Tirkiyê bike.”

Naz Mihemed teqez kir ku gelê herêmê êdî ne ew gelê ku ji gefên Tirkiyê ditirse û û wiha pê de çû: “Gel soz da ku dev ji axa xwe bernede, li rex hêzên xwe yên leşkerî be, rêgeza şerê gel ê şoreşgerî pêk bîne. Em nahêlin dagirkeriya Tirk gundên me dagir bike.”

Naz Mihemed destnîşan kir ku jinên herêmê soz dane zarokên xwe ku li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî û bi hemû rêbazan li rex wan bisekinin.

‘ŞERÊ GEL Ê ŞOREŞGERÎ NE TENÊ BI ÇEKRAKIRINÊ YE’

Welatiya bi navê Temra Nasan jî ya ji navçeya Şêran a kantona Kobanê got: “Divê her kes rêbazên şerê gel ê şoreşgerî pêk bîne û bi hevgirtina xwe herêmên xwe biparêzin.”

Temra Nasan diyar kir ku şerê gel ê şoreşgerî ne tenê bi çek rakirinê ye û wiha pê de çû: “Divê gel bi dilxwazî kar bike û piştgiriyê berxwedana şervanên li eniyên şer bike, mîna amadekirina xwarinan, wek hemşîreyan û gelek karên din pêk bînin ku moralê şervanan bilind bikin.”

Der barê şerê taybet de ku dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê herêmê pêk tîne, Temra Nasan got: Belavkirina hişyariyê di nava gel de, erkê me hemûyan e. Ji rêbazên şerê gel ê şoreşgerî ye ku şênî dikarin pêk bînin.”

‘DIVÊ EM LI HEMBER ÊRIŞAN HEVGIRTÎ BIN’

Şêniya bi navê Seîda Ezet a ji gundê Qirmix ê Kobanê jî ku dayîka 2 şehîdan e, got: “Em ji gef û êrişan natirsin. Di oxira parastina axa xwe de me bi hezaran şehîd dan. Em vê ji dijmin re nahêlin." 

Seîda Ezet got: “Divê gelê herêmê tê planên dagirkeriyê fêm bike, nehêlin planên xwe pêk bîne û axa me dagir bike. Divê em xwedî li fedakariyên şehîdên xwe derkevin."

Seîda Ezet bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku şopdarên rêya şehîdan bin û hevgirtî bin, dev ji axa xwe ber nedin û piştgiriya zarokên xwe li eniyan bikin û got: “Bi vê yekê dê hêzê bidin şervanan.”

(şx)

ANHA