Îsraîlê êrişî baregehên Hemasê yên li Xezayê kir

Duh bi şev ji Xezayê gelek moşek avêtin aliyê Îsraîlê û li ser vê yekê balafirên şer ên Îsraîlê jî êrişî baregehên tevgera Hemas û komên Filistînê yên li Xezayê kir.

Îsraîlê êrişî baregehên Hemasê yên li Xezayê kir
16 tîrmeh, 2022   06:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê baregehên tevgera Hemasê û komên Filistînê yên li herêmên cuda yên Xezayê bombebaran kirin.

Di encama bombebaranê de ziyanên madî li derdora herêmên hedefgirtî çêbûn. Şevê din ji Xezayê moşek avêtibûn aliyê Îsraîlê û ev êriş wek bersiva wan pêk hat.

Artêşa Îsraîlê jî îdia kir ku wan cihê çêkirina moşekan û binesaziya leşkerî topbaran kirine.

(eh)