​​​​​​​QSD: Em amade ne bersiva êrişên Tirkiyê bidin

QSD'ê diyar kir ku ew amade ne bersiva her êrişeke Tirkiyê bidin û ragihand ku Tirkiyê peymana 2019'an bi cih nayîne.  QSD'ê hişyarî da ku erişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hêzên hikumeta Sûriyê di nav de dê bi gişti sûriyan re rû bi rû bimîne.

​​​​​​​QSD: Em amade ne bersiva êrişên Tirkiyê bidin
15 tîrmeh, 2022   15:20
HESEKÊ

Têkildarî gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) civîneke çapemeniyê li navenda xwe ya li bajarê Hesekê li dar xist.

Fermandarê Giştî ya QSD'ê Mezlûm Ebdî daxuyanî da.

'TIRKIYÊ LIHEVKIRINÊN 2019'AN BIN PÊ DIKE'

Mezlûm Ebdî diyar kir ku gefên Tirkiyê yên li ser Minbic, Til Rifet û Kobanê di 23'ê Gulanê de dest pê kirin û hîna berdewam in.

Her wiha hincetên dewleta Tirk ên ji bo pêkanîna êrişan li ser herêmê derewandin û got: "Hincetên wan ew e ku hêzên me lihevkirinên 2019'an bin pê dikin. Lê ya rast, em dibînin ku ew gefan li tecrûbeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û hebûna kurdan bi taybet dixwe. Her wiha Sûriya parçe dike û bakurê wê dagir dike, heman demê rê li ber çareseriya siyasî ya aloziya Sûriyê digire."

Ebdî ragihand ku ew li gorî bendên peymana 2019'an de tevdigerin û wiha axaftina xwe domand: "Li gorî peymanê, hêzên me 30 km ji sînorê serdestiya Sûriyê bi Tirkiyê re paşde vegeriya û rê li ber hêzên hikumeta Sûriyê vekir ku li herêmên sînorî bicih bibe. Her wiha dewriyeyên Rûsya û Tirkiyê li wan herêman dewam dikin."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û ev tişt hat diyarkirin: "Dewleta Tirk pabendî wan lihevkirinan nabe. Navendên me binpêkirinên rojane yên ku komên ku desteka xwe ji Tirkiyê digirin li dijî herêmên me pêk tînin û êrişên hewayî yên ku artêşa Tirk ên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, belge dikin."

Li gorî daxuyaniyê binpêkirinên meha borî yên artêşa Tirk a dagirker wiha ne:

''300 êrişên bi obusan pêk anîn, tê de hezar û 360 guleyên obusan bi kar anîn, 6 hewldanên êrişên bejahî, 7 êrişên bi dronên bombekirî ku di encamê de 6 sivîl di nav de 2 zarok şehîd bûn û 9 jî birîndar bûn. Her wiha 22 êriş bi balafirên bê mirov ên bi çek pêk anîn."

'GEFÊN TIRKIYÊ BANDOR LI ŞERÊ LI DIJÎ DAIŞ'Ê KIR'

Mezlûm Ebdî diyar kir ku gefên Tirkiyê rasterast bandor li şerê wan ên li dijî DAIŞ'ê kir û got, ev gef rasterast xebatên koalîsyonê û civaka navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê li herêmê dike hedef.

QSD'ê her wiha metirsiyên xwe derbarê rewşa ewlahî ya girtîgeh û kampan de anî ziman ku çalakiyên DAIŞ'ê zêde bibin nemaze ku operasyonên ewlehiyê yên li dijî DAIŞ'ê kêm bûne.

Di berdewama daxuyaniyê de hate gotin: "Li gorî meha Gulanê, operasyonên ewlehiyê yên li dijî DAIŞ'ê di meha Hezîranê de kêm bûn. Di Gulanê de me 73 DAIŞ'î girtin, lê di meha Hezîrana borî de 30 kes hatin girtin.''

'HELWESTA NAVNETEWEYÎ TÊRÊ NAKÊ'

QSD'ê îşaret bi helwestên navneteweyî yên li hemberî gefxwarinên Tirkiyê kir û got: "Berdewama van gefan nîşan dide ku helwesta navneteweyî ya ji bo rawestandina van gef û êrişan têrê nakin."

Her wiha diyar kir ku herêmên dagirkirî ji çeteyên DAIŞ'ê re bûne cihên ewle û qetilkirina serçete Mahîr El-Egal li herêmên dagirirî mînaka vê yekê nîşan da û got:  "Em agahî girtine ku DAIŞ'ê amadekariyan dike da ku êrişî kampa Holê bike."

Ebdî xebatên DYA'yên ê bi rêveberiya Jeo Biden erênî nirxand û got, lê ji bo rawestandina van êrişan têrê nakin.

Ebdî her wiha xebatên "Rûsya yên girîng ên bi armanca rawestandina êrişan" erênî nirxandin û diyar kir ku hêzên artêşa Sûriyê li herêmên sînorî yên di bin gefan de wekî Kobanê, Til Rifetê bi cih bûne û li Minbicê jî xebatê bi koordîneya aliyê rûsî tê kirin.

'EM JI BO RAWESTANDINA GEFAN KAR DIKIN, HÊZÊN ME PARASTIN XURT KIRIN'

QSD'ê ji bo rêgirtina li ber êrişan, banga xebatê kir û anî ziman ku ew amade ne bersiva êrişan bidin û wiha got: "Heger êriş were kirin, wê bersiva me ne wekî  sê salên borî be, hêzên me parastin xurt kirine. Em ê çarçoveya berxwedanê berfireh bikin û em ê li ber xwe bidin da ku rê li ber derbasbûna Tirkiyê bigirin."

QSD'ê têkildarî "Şerê bakurê Sûriyê bi giştî" ku dewleta Tirk behsa wê dike, hişyarî da artêşa Tirk û got: "Em venakişin, wê şerê bakurê Sûriyê bi giştî be û wê ne diyarker be. Artêşa Tirk û komên girêdayî wê di vî şerê de, li pêşberî xwe hêzên hikumeta Sûriyê di nav de û hemû sûriyan bibîne."

Fermandariya Giştî ya QSD'ê bang li tevahî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku destekê bidin berxwedanê û li kêleka ewladên xwe bisekinin.