​​​​​​​KCK'ê ji ber wefata Kerîm Ehmed peyama sersaxiyê da

KCK’ê bi peyamekê sersaxî da heskirî, hevrê, xizm û malbata sekreterê berê yê Hizba Şûî Kerîm Ehmed û destnîşan kir ku mîrasê şoreşgerî ya Kerîm Ehmd wê di dîroka gelê Kurd û gelê Iraqê de zindî û ronî bimîne.

​​​​​​​KCK'ê ji ber wefata Kerîm Ehmed peyama sersaxiyê da
14 tîrmeh, 2022   14:43
NAVENDA NÛÇEYAN 

Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) têkildarî wefata serketerê berê yê Hizba Şûî yê Kurdistan û kesayetek naskirî yê Hizba Şûî ya Iraqê peyameke sersaxiyê da.

Di serî de KCK’ê sersaxî da gelê Kurdistan, Iraq, heskirî û malbata Kerîm Ehmed û got: “Mamoste Kerîm Ehmed di van sê çarêka sedsalê de ji bo azadî, dadperwerî, demokrasî û mafê netewî yê gelê Kurd li hemû çeperên xebatê de weke pêşmerge, fermandar, pêşeng û berxwedêreke zindanê û damezrînerê Saziya Cotyar-Karkeran di rêzên pêş a têkoşînê de cih girt û dîrokek tije serfirazî li pey xwe hişt.

Di wê baweriyê de ne ku wê bîranîn û mîrasê şoreşgerî, niştîmanperwerî û azadîxwaziyê ya mamoste Kerîm Ehmed di dîroka gelê Kurd û Iraqê de zindî û ronî bimîne û wê ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê bibe çavkaniya hêz û wêrekiyê."