Li Musilê êrişa helîkopeterên dagirkeriya Tirk

Helîkopterên artêşa Tirk a dagirker li navçeya Başîka ya Mûsilê gule li du malan reşandin. Li gorî agahiyan ji derveyî zirarên madî ti zirarên giyanî çê nebûne.

Li Musilê êrişa helîkopeterên dagirkeriya Tirk
13 tîrmeh, 2022   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Helîkopterên dewleta Tirk îro, li navçeya Başîka ya parêzgeha Mûsilê êrîşî du malan kirin. Li gorî Roj News`ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyên ewlekariyê. herdu du helîkopterên Tirk gule li du malan barandine.

Li ser zirar û ziyanan jî çavkaniyan ragihand, ji derveyî zirarên madî ti zirarên din çê nebûne û got: “Hêzên ewlekariyê li cihê bûyerê lêkolîn dane destpêkirin.”

Ne hate zanîn helîkopterên Tirk çima êrîşî van herdu malan kirine.

Hêjayî bibîrxistinêye baregeheke mezin a artêşa Tirk li Başîkayê ye û di nava xwe de li gel helîkopteran gelek wesayîtên mezin ên leşkerî jî digire. Di van demên dawiyê de cara yekem e bi helîkopteran di nava Mûsilê de êrîş pêk tîne. Ev jî îşaret bi destpêkirineke metirsîdar dike ji bo xelkê herêmê.

Heya niha tevî ku gelek caran Iraq daxwaz kiriye baregeh ji herêmê bê derxistin jî artêşa Tirk bi hevkariya PDK’ê baregehê mezin dike û gelek komên cûda yên çekdar jî li vir perwerde dike.