​​​​​​​Koordînasyona Kongra Star: Divê em bi giyanê 14`ê Tîrmehê li hember êrişên dagirekriya Tirk bisekinin

Koordînasyona Kongra Star 40`emîn salvegera berxwedana 14`ê Tîrmehê pîroz kir ku bûye sembola têkoşînê û pîvanên têkoşîna li dijî koletiyê ji bo gel û jinan diyar kirin. Koordînasyonê bang li partiyan û rêxistinên jinan kir ku roleke pêşeng bilîzin da ku ji vê bêtir têkoşîn û welatparêziya gel û girêdana bi axê xuttir bikin.

​​​​​​​Koordînasyona Kongra Star: Divê em bi giyanê 14`ê Tîrmehê li hember êrişên dagirekriya Tirk bisekinin
13 tîrmeh, 2022   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Koordînasyona Kongra Star têkildarî 40`emîn salvegera berxwedana li girtîgeha Amedê (14`ê Tîrmeha 1982`yan) bi pêşengiya Kemal Pîr, Mihemed Xeyrî Durmuş, Elî Çîçek û Akif Yilmaz daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Koordînasyonê di daxuyaniya xwe de behsa berxwedana 14`ê Tîrmehê kir û diyar kir ku ev berxwedan heta îro berdewam e û wê berxwedanê pîvanên jiyana birûmet diyar kirin ku divê her welatparêzek wê pêk bîne û li ser bimeşe. Koordînasyonê îşaret pê kir ku gelê Kurd, Hêzên Parastina Gel (HPG) û hemû pêkhateyên ku banga azadî û demokratiyê dikin, vê berxwedanê li hember êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker a dijberî mirovahiyê berdewam dikin.

Koordînasyonê di dauxyaniyê de destnîşan kir ku girêva birçîbûnê ya 65 rojan li Amedê li dar ketiye, pêvajoyeke girîng a têkoşîna ji bo rûmetê û azadiyê bû û giyanê wê berxwedanê bû rêyek û têgehek ji bo israra li ser pêkanîna serkeftinê li hember hemû cureyên xiyanet, zulm û zordestiyê. Koordînasyonê wiha domand: “Ev berxwedan veguherî îdeolojiyek û giynek ji bo têkbirina dewletên dijberên demokratî, azadiya jinan.”

Koordînasyonê balkişand ser binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî têkoşerên wê berxwedanê û got: “Hikumeta Tirk, bi hemû rêbazan îşkence li wan berxwedêran kir. Şerê taybet û derûnî li ser wan meşand. Heta nefes li wan qut kir. Lê dîsa jî li hember wê giyanî û vînê bi bin ket ku hêvî dida gelên li derveyî sînorên girtîgehê. Tevî hemû hewldanên dewleta Tirk a faşîst ku navê Kurd û Kurdistanê tune bike, lê nikarî gel û tevgera azadiyê qir bike.”

Koordînasyonê diyar kir ku ji wê demê ve, dewleta Tirk a dagirker hemû hewldanên aştiyê red dike, êriş û hemleyên qirkirinê li dijî gel li Rojava, Şengal, Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde kirin û gihaşt wê astê ku çekên kêmyawî bi kar bîne. Koordînasyonê teqez kir ku pêkhateyên herêmê li hember van hewldanên dijber, bê deng nema, lê belê li ser şopa wan şehîdan û berxwedana girtîgeha Amedê, berxwedana Zap, Avaşîn û Metîna, li Rojava; Kobanê, Efrîn û Serêkaniyê ev berxwedan berdewam kir ku bû yek ji berhemên wê yên herî bêhempa. 

Koordînasyonê 40`emîn salvegera  berxwedana 14`ê Tîrmehê li gel û jinan pîroz kir ku ji wan re bû sembol û rêya azadiyê xêz kir û pîvanên têkoşîna li dijî koletiyê diyar kirin.

Di dawiyê de Koordînasyonê bang li hemû hêzên demokratîk kir ku li hember dewleta Tirk a êrişker bi giyanê 14`ê Tîrmehê li ber xwe bidin. Her wiha bi pêşengiya jinên birêxistinkirî bang li gel û partiyan û rêxistinên jinan kir ku roleke pêşeng bilîzên û ji vê bêtir têkoşîn û welatparêziya gel û girêdana bi axê xurttir bikin, bi taybet li hember gefên dewleta Tirk a dagirker ji ber tenê du rê ji bo pêkanîna aştî li herêmê hene; berxwedan û têkoşîn e.

(şx)

ANHA