​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-7-2022`YAN

​​​​​​​ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13-7-2022`YAN
12 tîrmeh, 2022   23:00

Şêniyên Hesekê tev li merasîma veşartina cenazeyê şervanê QSD`ê Mihemed El-Nedam dibin ku li goristana şehîdan a Hesekê Şehîd Dijwar saet di 11:00`an de li dar dikeve. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Tirbespiyê nîşan dan ku ew amade ne xaka xwe li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî biparêzin û banga hevgirtinê ji bo têkbirina êrişan kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şêniyên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê destnîşan kirin ku ew ê li rex hêzên QSD’ê, li hember dagirkerên herêmê çekê rakin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CÎHAN

Di encama ambargoya ku Îsraîlê li ser Xezayê ferz kiriye de rewşa bajêr hatiye guhartin. Têkildarî vê NY`yê di raporekê de, banga bidawîkirina ambargoya li ser Xezayê kir.

CIVAK Û JIYAN

Yekitiya Kedkaran li Kantona Hesekê di mehekê de 660 derfetên kar dabîn kirin, karker di werşeyan de bi rêxistin kirin û ew li saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi cih kirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

Şaredariya Gel a Qamişlo kar û xebatên xwe li gorî plansaziya havînê didomîne, mîna ‎ziftkirina rêyan, dirêjkirina torên kanalîzasyonê û hemleyên paqijiyê. Li aliyekî din welatiyan ‎spasiya şaredariyê kir û bang kirin ku pê re hevkar bin bi taybet di mijara paqijiyê de.‎ (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA