Pentagon: li gundewarê Efrînê serçeteyekî DAIŞ`ê hate kuştin

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê ragihand ku di êrişa balafireke bêmirov a biçek a Amerîkayê de ku îro li navçeya Cindirêsê ya dagirkirî pêk hatiye, serçeteyekî DAIŞ`ê hatiye kuştin.

Pentagon: li gundewarê Efrînê serçeteyekî DAIŞ`ê hate kuştin
12 tîrmeh, 2022   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Fermandariya Navendî ya Pentagonê, Dave Eastburn ji AFP`yê re ragihand ku Mahir El-Eqal dema li motorsîkletekê sîwar bûbû li nêzî Cindirêsê yê Sûriyê hatiye kuştin. Her wiha parêzvanê wî yê peyabilind jî bi giranî birîndar bûye.

Çavkaniyên xwecih îro ji ajansa me re ragihandibûn ku îro balafireke bêmirov a biçek a nenas li gundê Xalta yê navçeya Cindrêsê ya dagirkirî, motorsîklêtek kiribû hedef.

Pê ve girêdayî, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, diyar kir ku serçeteyê DAIŞ`ê Mahir El-Eqal li herêmên Serêkaniyê û Girê Spî bû û sala 2020`an bi alîkariya serçeteyên Ceyş El-Şerqiye çûye Efrînê. Mahir El-Eqal roleke sereke di kontrokirina Reqayê de lîst. Birayê serçeteyê bi navê Fayiz El-Eqal e ku mîrê Komîteya Rêveberiya Wîlayetan bû beriya ku di operasyoneke wisa de li Babê di Hezîrana 2020`an de bê kuştin.

Êdî herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, ji serçeteyên DAIŞ`ê re bûne strageh. Li nêzî nuqteyên dagirkeriya Tirk li Idibê serçeteyê DAIŞ`ê Ebû Bekir El-Bexdadî û Ebû Îbrahîm El-Qerşî hatin kuştin. Her wiha li van herêman bi dehan serçeteyên DAIŞ`ê hatin hedefgirtin.

ANHA