​​​​​​​Ev 15 sal in gelê Xezayê bi krîzan re rû bi rû ye

Di encama ambargoya ku Îsraîlê li ser Xezayê ferz kiriye de rewşa bajêr hatiye guhartin. Têkildarî vê NY`yê di raporekê de, banga bidawîkirina ambargoya li ser Xezayê kir.

​​​​​​​Ev 15 sal in gelê Xezayê bi krîzan re rû bi rû ye
13 tîrmeh, 2022   04:38
XEZA-OMER MÛSA

Di Hezîrana 2007`an de Hemasê bi hêza leşkerî Xeza xist bin kontrola xwe. Piştî wê Îsraîlê dorpêça bejahî, deryayî û hewayî li ser Xezayê ferz kir û ji herêmên din ên Filistîn û cîhanê cuda kir. Heta niha Îsraîl deriyên bejahî, deryayî û hewayî kontrol dike. 

15 SAL IN DORPÊÇ BERDEWAM E

Li Xezayê zêdetirî 2 milyon kes di rûbarekê de ku 360 kîlometre dam derbas nake, dijîn. Ji zêdetirî 15 salan ve aloziyên jiyanî, mirovî û aborî li dar in. Heta gihaşt asteke kambax. Li gorî rapora Nivîsgeha Koordîneya Kar û Barên Mirovî li Filistînê ya NY`yê, der dora 1.3 milyon filistînî ji bingeha 2.1 milyon (yan ji sedî 62 ji şêniyan) li Xezayê pêdîviya wan bi alîkariyan heye.

Li gorî rapora NY`yê di cîhanê de rêjeya bêkariyê ya li Xezayê ya herî bilind e, ji ber ku rêjeya bêkaran di çaryeka yekem a îsal de gihîştiye ji sedî 46.6, lê rêjeya bêkariyê di nav ciwanên (15-29 salî) de ji sedî 62.5 e.

Li gorî raporê, ji ber qeydên ku desthilata Îsraîlê ferz dike, aboriya Xezayê aloz bûye. Di encamê de rêjeya bêkariyê û tunebûna ewlehiya xwarinê û xwespartina alîkariyan zêde bûye. Di raporê de tê destnîşankirin ku qeyd li ser çûyîna ji Xeza ber bi herêmên din ên Filistînê li Difa Xerbiye ve, bazirganî, hinartina kelûpelan, kontrokirina wê hatine ferzkirin. Heta gihaştiye wê astê ku desthilata Îsraîlê destûrê dide hinek kelûpelan û destûrê nade hinek cureyên din ku derbasî Xeza bibin. Li rex wê jî, mekanîzmeya kar di deryayê de jî kontrol kiriye. Îsraîl tevgera di deryayê de sînordar dike. Ji sedî 50 ji rûbera deryayê li pêşiya masîgiriyê girtiye ku di lihevkirina Oslo-Aştî de bi Rêxistina Rizgariyê ya Filistînê re li ser hatiye lihevkirin.

Li gorî raporê, Îsraîl hîna qeyd li ser ketina kelûpelan a Xezayê ferz dike, ruxmî hejmara zêde ya niştecihên Xezayê. Hejmara kamyonên kelûpelan ên ku di 5 mehên destpêkê yên îsal de ketine Xeza gihaşt 8 hezar kamyon di mehekê de. Ev rêje bi rêjeya ji sedî 30 ji çaryeka yekemîn a sala 2007`an an ku beriya ferzkirina dorpêçê ji aliyê Îsraîl ve, kêmtir e.

Di raporê de hat destnîşankirin ku di 15 salan de nifûsa Xezayê ji sedî 50`î zêdetir bûye. Li rex wê jî, şer û pevçûn hene, ku di encamê de gelek kes birîndar dibin û bi awayekî demdirêj astendar dibin. Li rex wê jî, aloziya enerjiyê ya giran heye. Kûrbûna cudabûna erdnîgarî û parçebûnê di nav aliyên filistînê de berdewam e.

Li gorî raporê di qada avahîsaziyê de jî, Îsraîlê miqdara madeyên avakirinê yên ku derbasî Xezayê dibin diyar kiriye. Ev siyaset hîna berdewam e, bi awayekî rastîn bandorê li xebatên geşepêdanê li Xezayê dike; avakirina malan û binesaziyên pêwîst li gorî zêdebûna hejmara niştecihên Xezayê, sererastkirina wêraniyê û restorekirina avahiyan. Bi taybet madeyên pêwîst ji bo projeyên binesaziyê mîna avê û kanalîzasyonê. Ev yek pirsgirêkeke bingehîn ji Xezayê re çêdike.

BANDORÊN DORPÊÇÊ LI SER ASTÊN CIVAKÎ Û PERWERDEHÎ

Li gorî raporê di encama ambargoyê de nexweşên li Xezayê,  ji mafên xwe yên eleqedariya tenduristiyê bêpar mane ku li herêmên din ên Filistînê û nexweşxaneyên wê têne pêşkêşkirin. Her wiha di raporê de hat destnîşankriin ku di salên borî de, gelek nexweş mirin, ji ber li benda bersiva Îsraîlê man da ku ji destûra derketina ji Xezayê wer bigirin.

Li gorî raporê, zêdetirî 2 milyon filistînî li Xezayê di nav dorpêçê de ne û nikarin xwe bigihînin herêmên din ên Filistînê yan jî cîhanê. Ji ber wê nikarin bi şêwaza tê xwestin bên dermankirin ku li Xezayê peyda nabe. Derfetên perwerdehî, saziyên perwerdeya bilind jî, jiyaneke normal û bidestxistina kar, li Xezayê peyda nabin. Zêdetirî ji sedî 31 malbatên li Xezayê, bi zehmetiyên rastîn re rû bi rû ne û nikarin pêwîstiyên bingehîn pên perwerdeyê peyda bikin mîna qistên dibistanan, heqê pirtûkan, ji ber jêderên aborî û derfetên kar kêm in.

NY`yê di rapora xwe de banga bidawîkirina dorpêçê kir ku yekitiya axa Filistînê asteng dike û tevna civakî û aborî ya Filistînê parçe dike.

(eh)

ANHA