Li Qamişlo bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê çalakiyeke hunerî

Komîteya Çand û Hunerê ya Qamişlo hemwextî salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê çalakiyeke hunerî ji malbatên şehîdan re li Qamişlo li dar xist.

Li Qamişlo bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê çalakiyeke hunerî
Li Qamişlo bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê çalakiyeke hunerî
Li Qamişlo bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê çalakiyeke hunerî
Li Qamişlo bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê çalakiyeke hunerî
Li Qamişlo bi boneya salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê çalakiyeke hunerî
12 tîrmeh, 2022   20:16
QAMIŞLO

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Qamişlo û Desteya Çandê bi boneya salvegera 10`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê çalakiyeke hunerî li parka 19`ê Tîrmehê ya li Qamişlo ji bo malbatên şehîdan li dar xist.

Di çalakiyê de, bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Kêfo Osman axivî û salvegera şoreşa 19`ê Tîrmehê li malbatên şehîdan pîroz kir û şehîdên berxwedana 14`ê Tîrmehê bi bîr anîn.

Her wiha Osman spasiya orgenîzerên vê çalakiyê kir.

Di çalakiyê de, hunermend Danîş Botan, muzîkjen Talab El-Nazir, hunermendê ereb Tariq El-Hisên berhemên xwe pêşkêş kirin û sînevizyonek têkildarî şehîdan hate pêşandan.

ANHA