Dagirkeran 3 welatiyên ji navçeya Cindirêsê revandin

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê ya dagirkirî MÎT`ê û çeteyên girêdayî wê 3 welatî revandin û ew birin cihekî ne diyar.

Dagirkeran 3 welatiyên ji navçeya Cindirêsê revandin
13 tîrmeh, 2022   06:49
ŞEHBA

Çavkaniyekî ji navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî ragihand ku dewriyeyeke hevbeş a îstixbarata dewleta Tirk (MÎT) û çeteyên "Polîsên Leşkerî û Polîsên Sivîl" girtin ser malên 3 welatiyên ji gundê Kûra yê navçeya Cindirêsê, ew revandin û birin cihekî ne diyar.

Li gorî çavkanî, navên kesên hatine revandin wiha ne: Mihemed Îsmaîl Wehîd (32), Hisên Welîd Mehmûd û Ebdo Mihemed Betal (34).

(eh)

ANHA