Tevgera Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê gotin ew amade ne li hember êrişên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser kantona Şehbayê bi sekinin.

Tevgera Ciwanan û Yekitiya Jinên Ciwan: Em ê heta dawiyê li ber xwe bidin
12 tîrmeh, 2022   17:32
ŞEHBA

Îro Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Efrînê, der barê gefên dewleta Tirk a dagirker de li dijî Til Rifetê, daxuyaniyek dan.

Bi dehan endamên tevgerê û yekitiyê li Kampa Veger a li gundê Ziyaretê yê navçeya Şêrewa ya kantona Efrînê, kom bûn.

Daxuyanî ji aliyê endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a kantona Efrînê, Ciwan Mistefa ve hate xwendin. Daxuyaniyî wiha ye:

"Ji destpêka 2022’yan ve gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê zêde bûn, ew jî bi sedema berxwedana bêhempa ya gerîla li Zap, Avaşîn û Metînayê. Gerîla derbeyên giran li dijmin xistin. Gerîla xwe berxwedana 14`ê Tîrmehê ya di girtîgehan de kiriye bingeha berxwedana xwe. Li hember wê yekê jî dewleta Tirk a dagirker bi rêya êrişkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her wiha dorpêçkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim kantona Şehba, dixwaze binkeftina xwe ya li çiyayên Kurdistanê veşêre.”

Em ê xwedî li erkê xwe yê parastina xaka xwe derkevin û rê nedin dijmin ku axa me dagir bike. Em ê heta dilopa xwîna ya dawîn li ber xwe bidin.”

 (mh)

ANHA