Li ser bingeha biratiya gelan… 2 malbatên Kurd û Ereb li Şehbayê li hev hatin

Serokeşîrê El-Bûxemîs şêx Elî El-Xemîsî di civîna lihevanîna malbateke Kurd ji navçeya Cindirêsê û malbateke Ereb ji bajarê Efrînê de, destnîşan kir ku eşîrên Ereb dê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin.

Li ser bingeha biratiya gelan… 2 malbatên Kurd û Ereb li Şehbayê li hev hatin
Li ser bingeha biratiya gelan… 2 malbatên Kurd û Ereb li Şehbayê li hev hatin
Li ser bingeha biratiya gelan… 2 malbatên Kurd û Ereb li Şehbayê li hev hatin
Li ser bingeha biratiya gelan… 2 malbatên Kurd û Ereb li Şehbayê li hev hatin
11 tîrmeh, 2022   15:00
ŞEHBA

Desteya Edaleta Civakî, Komîteya Lihevanînê û eşîra El-Bûxemîs malbateke Kurd a ku ji navçeya Cindirêsê ya Efrînê koçber bûye û malbateke Ereb ji eşîra El-Hidêdiyîn (malbara Dêfan) li hev anî.

Nakokiyên di navbera herdu aliyan de berî sê salan destpê kirin, ji ber hewldanên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ku hewl didin bi rêya aliyên girêdayî xwe fitneyê di nav pêkhateyên herêmê de, derxin.

/ar/uploads/files/2022/07/11/135815_aly-alkhmysy.webp

Serokeşîrê El-Bûxemîs, şêx Elî El-Xemîsî bi beşdariya nûnerên eşîrên Ereb û Kurd, Meclisa Kantona Şehbayê, Desteya Edaleta Civakî, Komîteyên Lihevanînê yên herêmê û şêniyên herêmê, civîna lihevanîna herdu malbatan li gundê Um Hoş yê kantona Şehbayê li dar xist.

/ar/uploads/files/2022/07/11/135833_fysl-hbsh.webp

Di destpêka civînê de endamê rêveber ê Desteya Edaleta Civakî Hac Fêsel Hebeş destnîşan kir ku li ser bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş, desteyê hewl da herdu malbatan ku hin alî dixwestin fitneyê di navbera wan de derxin, lihev bînin.

Hebeş her wiha diyar kir ku her du malbatan tê gihiştin ku hewldan ji bo afirandina fitneyê di nav pêkhateyên herêmê de hene lê wan nehişt ev yek pêk were. Her wiha Hebeş hemû aliyên ku tev rol di lihevanînê de lîstiye silav kir.

Piştre, rûspiyê El-Bûxemîs, şêx Elî El-Xemîsî diyar kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê yek ji rêyên parastina herêmê ji gef û êrişên dagirkeriya Tirk e.

El-Xemîsî her wiha diyar kir ku eşîrên Ereb ên herêmê dê li hember êrişên dagirkeriya Tirk bêdeng nemînin û ew ê parastina herêmê bikin.

El-Xemîsî wiha anî ziman: “Dagirkeriya Tirk em ji Efrînê koçber kirin û hewl didin bi rêya derxistina fitneyê di nava pêkhateyên herêmê de, me careke din ji Şehbayê jî koçber bike.”

Şêx Elî El-Xemîsî wiha domand: “Dagirkeriya Tirk nikare fitneyê di nav me de derxe û hevgirtina me ya ji dema pêşiyan de têk bibe, ev civîna me jî binkeftina planên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê nîşan dide. Dijminan xwest bi rêya gurkirina agirê fitneyê îradeya pêkhateyên herêmê têk bibin.”

/ar/uploads/files/2022/07/11/140455_mhmd-hnan.webp

Paşê Mihemed Henan bi navê malbatên navçeya Cindirêsê, spasiya eşîrîn Ereb û yên ku di civîna lihevanînê de bûne alîkar, kir û destnîşan kir ku dixwazin wekhevî û dadmendî di navbera hemiyan de pêk were.

Henan wiha domand: “Aliyên nakok, soz dank u nakokiyên xwe çareser bikin, ji ber ku kes naxwaze cudahiyê bixe navbera pêkhateyên herêmê bi taybet li gel êrişên li dijî herêmê.”

Mihemed Henan destnîşan kir ku bi têkbirina hewldanên derxistina fitneyê di nav pêkhateyên herêmê de, rizgarkirina Efrînê misoger dibe.

Di dawiya civînê de rûspiyên herdu malbatan silav dan hev û xwarin bi boneya lihevhatinê hat amadekirin.

(mh)

ANHA