Berpirsekî YNK’ê Ii Hewlêrê hate hedefgirtin

Şeva din li Hewlêrê kesên nenas, gule li mala berpirsek YNK’ê reşandin, di encamê de parêzvanek birîndar bû.

Berpirsekî YNK’ê Ii Hewlêrê hate hedefgirtin
11 tîrmeh, 2022   08:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Li ser bûyerê sekreterê berpirsê endamê Rêveberiya YNK’ê Hacî Mesîf, Kerîm Sermamî ji Rojnews re axivî.

Kerîm Sermamî got: “Duh bi şev saet di 02:10’an de kesên nenas, gule berdan mala endamê rêveberiya YNK’ê Hacî Mesîf. Di encamê de parêzvanek birîndar bû, birîndar rakirine nexweşxaneyê.”

Kerîm da zanîn ku tu pirsgirêka Hacî Mesîf bi kesî re nîne, ji ber wê jî ew niha gumanê ji kesên nakin.

Li gorî agahiyan kesên gule li mala berpirsê YNK’ê reşandin û ber bi cihek nediyar ve reviyane û nayê zanîn bê ka bûyer ji aliyê kê ve pêk hatiye.