Balafirên Tirkiyê Sêgirê bombebaran kir

Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker gundê Sêgirê yê navçeya Amediyê bombebaran kir.

Balafirên Tirkiyê Sêgirê bombebaran kir
11 tîrmeh, 2022   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva berê balafirên şer ên dewleta Tirk careke din derdora gundê Sêgirê ku dikeve devera Nihêla ya ser bi navçeya Amediyê bombebaran kirin.

Li gorî dezgehên herêmî bombebarankirin di saetên êvarê de pêk hatiye û tu zanyariyek der barê zirar û ziyanan de bi dest neketine.