Panoramaya Hefteyê: ‘Herêma ewle’ li başûrê Sûriyê li gel derewandin û mîsogerkirinê

 Rojnameyên erebî hefteya borî di hejmarên xwe de behsa avakirina “herêmeke ewle” li başûrê Sûriyê, xitimîna siyasî li Iraqê û aloziya Lîbyayê kirin.

Panoramaya Hefteyê: ‘Herêma ewle’ li başûrê Sûriyê li gel derewandin û mîsogerkirinê
10 tîrmeh, 2022   07:05
NAVENDA NÛÇEYAN

‛URDIN AVAKIRINA HERÊMEKE EWLE RED DIKE’

Têkildarî rewşa Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewset ev tişt nivîsî: "Di demekê de gotegot li ser avakirina "herêmeke ewle" bi kûrahiya 35 kîlometre li ser sînorê Urdinê hene, ajansa Emon a urdinî agahiyên li ser vê yekê derewandin. Çavkaniyekî berpris jî got tu tişt li ser vê yekê nehatine pêşkêşkirin û tu nîqaşên li ser avakirina herêmeke ewle tune ne. Urdin nafikire ku herêmeke wiha ava bike.

Lê çavkaniyekî ji başûrê Sûriyê ji Şerq El-Ewset re got di vê dawiyê de di navbera rêveberên herêmî yên ji komên lihevkirinên li Derayê pêk anîne û endamên komîteyên dan û standina navendî ya li başûrê Sûriyê de civîn hatin lidarxistin. Di civînê de avakirina herêmeke ewle û bandora wê li ser herêmê hatin nîqaşkirin. Her wiha li ser lihevkirin û pêşniyarên têkildarî herêma başûr tên kirin, ew in ku parçeyek ji Sûriyê ne û projeyên cudaxwazî red dikin. Divê di herêma ewle de çek û sazûmanî û kom tune bin û saziyên ewlehiyê yên girêdayî rejîma Sûriyê jî tune bin. Ew yek dê di bin çavdêriya navneteweyî de be û dê daîreyên rejîmê yên sivîl tê de bin, di nav de jî polîsên sivîl û rêveberiya deriyê Nesîb ê bi ser Urdinê ve. Divê rêvebirina wê ya leşkerî ji hemû aliyan ve werin qebûlkirin. Têkiliyên hevbeş di navbera hemû aliyan de der barê mijarê de hebin, karên leşkerî li herêmê tune bin. Projeyên geşkirin û alîkariyên mirovî bên avakirin."

‘PIŞTÎ VEKIŞÎNA EL-SEDR, NAKOKIYÊN KURDAN GIRÊKA DAWÎN A ÇARÇOVEYA HEMAHENGIYÊ NE’

Der barê rewşa Iraqê de, rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Çarçoveya Hemahengiyê girîngiyê dide çareserkirina nakokiyên di navbera aliyên kurdî de û yekkirina helwesta Hewlêrê li ser namzetiya serokatiya komarê. Ev yek piştî vekişîna serokê Tevgera El-Sedr Muqteda El-Sedr û parlamenterên wî ji parlamentoyê, girêka sereke ya mayî ji bo avakirina hikumeteke nû û hilbijartina serok e.

Rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê di civîna xwe ya duşema borî de bang li hêzên kurdî kir ku hewldanên xwe bikin yek û namzetekî xwe ji bo serokatiya komarê hilbijêrin. Ew yek jî piştî amadekariyên li ser hilbijartina serokê komarê û serokê hikumetê di civîna parlamentoyê ya piştî Cejna Qurbanê de tên kirin, pêk hat.

Çavdêr dibêjin ku ji banga Çarçoveya Hemahengiyê diyar dibe ku gok di stada aliyên kurdî de ye, ji ber wê divê nakokiyên wan werin çaresrkirin û yek namzetî ji bo serokatiya komarê diyar bikin.

Hêzên siyasî yên Kurd (PDK û YNK) der barê namzetiya serokatiya komarê de ruxmî rêzecivînan negihîştin tu lihevkirinekê.

Parlamenterê PDK’ê Şêrwan Doberdanî hefteya borî da zanîn ku partiya wî heta niha bi namzetê xwe Rêber Ehmed ve û YNK’ê jî bi namzet; xwe Berhem Salih ve girêdayî ye.

Li gorî hin helwestên ji rêveberên Çarçoveya Hemahengiyê wê xwe di ser nakokiyên kurdî re biavêjin, civîneke ji bo hilbijartina serokê komarê de li dar bixin û wê Çarçoveya Hemahengiyê ku 130 parlamenterên xwe hene, dengê xwe bidin Berhem Salih.”

‘REWŞA SIYASÎ YA LÎBYAYÊ BIGIRÊKTIR DIBE’

Rojnameya El-Beyan jî têkildarî rewşa Lîbyayê, nivîsî: “Xîtaba dijber di navbera alîgirên serokê Meclisa Serokatiyê û alîgirên serokê Meclisa Nûneran de tund bû. Ev yek piştî helwesta li hemberî xwepêşandanên ciwanan, serdegirtina avahiya parlamentoyê li bajarê Tebraq ê li rojhilatê Lîbyayê û şewitandin û talankirina belgeyên îdarî yên girîng di parlamentoyê de, pêk tê.

Endamê Meclisa Nûneran Elî Tekabilî dibêje: “Ji yên ku destê wan di êrişa li dijî parlamentoyê de heye, komeke kesên ser bi serokê Meclisa Serokatiyê Mihemed El-Menfî û birayî wî ve ne û pere girtine.

Tekabilî destnîşan kir ku dema her tişt zelal bibe, divê nûnerê giştî li hemberî kesên li pişt êrişê tedbîrên pêwîst bigire. Her wiha diyar kir ku pirsgirêka li Lîbyayê pir mezin e.

Serokê Meclisa Nûneran Eqîla Salih, Mihemed El-Menfî bi sekinandina li pişt êrişa li dijî parlamentoyê ku hefteya borî pêk hatiye, tawanbar kiribû.

Li aliyê din, Samî El-Menfî ku birayê Mihemed El-Menfî ye got destê wan di bûyerê de tune ye û tawanbarkirina wî û birayê xwe ji aliyê Eqîla Salih ve wekî hewldaneke pêşxwext a astengkirina lidarxistina hilbijartinan hesiband.

Bandorên qebîlatî û civakî jî yên vê dozê hebûn. Qebîleya El-Menfe ku Mihemed El-Menfî ji wê ye, tawanbariyên li dijî wî red kirin û banga lêpirsîneke giştî ji aliyê tîmeke bêalî ve kir.

Li gorî çavdêran, tevî ku serokê Meclisa Serokatiyê û serokê Meclisa Nûneran ji herêmekê ne (herêma Berqa), lê belê îhtimal heye ku şerê siyasî yê di navbera wan de gurtir bibe û pê re rewşa parçebûnê ya li welêt zêdetir bibe. Çavdêr her wiha destnîşan dikin ku nakokiyan di navbera her du aliyan de ji bo rêgirtina li pêş însiyatîfên guhertina rewşa siyasî ya heyî ye.”