Kongra Star banga girtina qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê kir

Meclisa Kongra Star a Qamişlo bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hêzên demokrat kir ku li hember gef û êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker bisekinin. Her wiha bang li cîhanê kir qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê bigirin.

Kongra Star banga girtina qada hewayî li ber balafirên Tirkiyê kir
6 tîrmeh, 2022   14:07
QAMIŞLO

Endamên Meclisa Kongra Star a Qamişlo ji bo şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek li ber avahiya xwe da.

Daxuyanî ji aliyê endama Kongra Star Rîhan Temo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Serokê dewleta Tirk a dagirker Erdogan bi hinceta avakirina 'herêma ewle' careke din gefên êrişan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin. Ji xwe niyetên wî yên vegerandina milyonek penaberênSûriyê li wan herêman eşkere bûn. Ev gef hemwextî daxwaza Fîlandiya û Swêdê ya tevlêbûna NATO'yê hate. Dewleta Tirk bi vê yekê dixwaze hîn zêdetir desteka navneteweyî werbigire."

Meclisa Kongra Star diyar kir ku di demekê de ku çavê cîhanê li şerê Rûsya û Ukraynayê ye, dewleta Tirk a dagirker hewl dide sûdê ji vî şerê bigire û got: "Hemû amadekariyên siyasî û navxweyî yên Tirkiyê bi awayekî mezin girêdayî hilbijartinên serokatiyê ku tê payîn sala bê werin lidarxistin, da ku êrişên muhtemel pêk bîne û ewlehî û îstiqrara herêmê xirab bike û bi milyonan niştecihên resen koçber bike, guhertina demgorafîk pêk bîne û şaneyên çeteyên DAIŞ'ê careke din çalak bike."

Di dewama daxuyaniyê de helwesta hêzên navneteweyî û hêzên garantor ên der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de hatin rexnekirin û hate gotin: "Xwe neberpirsyar dibînin, tenê daxuyaniyên dîplomasî siyasî didin û mafê Tirkiyê yê parastina ewlehiya wê ya neteweyî diparêzin, lê gelên herêmê yên ku tevahî gelên cîhanê ji rêxistina herî terorîst a DAIŞ'ê parastin, ji bîr kirine. Helwesteke xurt tune ye ku komkujiyên Tirkiyê yên li dijî dewletên cîran rawestîne. Tirkiyê tevahî qanûnên mirovî û peymanên navneteweyî bin pê dike.

Tevahî dewlet dizanin ku hêzên leşkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê herêmên xwe ji terorê diparêzin û rojekê xeterî li ser ewelehiya Tirkiyê çênekirine. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li pêşberî xeteriya qirkirineke komî ye, herêmên dagirkirî mînaka vê  yekê ne ku ji herêmên ewle bûne cihên ewle ji DAIŞ'iyên terorîst re."

Di daxuyaniyê de êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê, her wiha êrişa li ser Mexmûrê û bikaranîna çekên kîmyewî yên qedexekirî bi tundî hatin şermezarkirin û bang li hêzên navneteweyî hate kirin "Xeteriya Osmanî ya bi nûnertiya AKP'ê rawestînin."

Meclisa Kongra Star bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî hêzên demokrat ên cîhanê hate kirin ku li hemberî qirkirinê bisekinin û hate gotin: "Ev yek xeteriyeke mezin li ser hebûn û nasnameya Kurd û tevahî pêkhateyên herêmê ye."

Meclisê her wiha piştgiriya xwe bi banga hêzên û partiyên siyasî yên herêmê re nîşan da û got: "Wan hêz û partiyên siyasî li hemberî tevahî êriş û sûcan helwesteke xurt nîşan da. Divê qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were girtin, nabe cîhan bêdeng be, divê erka xwe ya siyasî û exlaqî ya parastina gelên ku cîhan ji çeteyên DAIŞ'ê rizgar kirine, pêk bîne."

(bb)

ANHA