Li Derayê êriş: Leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin, 3 birîndar bûn

Li gundewarê Derayê di êrişeke çekdarî ya kesên nenas de, leşkerekî "Tûgeya 8'an" ya hikumeta Şamê hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li Derayê êriş: Leşkerekî hikumeta Şamê hat kuştin, 3 birîndar bûn
5 tîrmeh, 2022   14:10
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR), kesên nenas li ser rêya Gariyê rojhilat- El-Misêfre ya gundewarên rojhilatê Derayê gule li "Tûgeya 8'an'' ya şaxê ewlehiya leşkerî ya hikumeta Şamê reşandin. Di encama êrişî de leşkerek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Li gorî belgeyên SOHR'ê, ji destpêka îsal ve, li Derayê 285 êriş, bi rêbazên cûda pêk hatine. Di encamê de 239 kes hatin kuştin, di nav de; 117 welatî, jê 2 jin  û 5 zarok hene, her wiha 99 leşkerên hikumeta Şamê û endamên ku "lihevkirin" pêk anîne, 12 leşkerên ku berê "lihevkirin" pêk anîne û beşdarî tu aliyên leşkerî nebûne û çeteyên DAIŞ yên berê hene. 7 kesên nenas û 3 ji "Feyleqa 5" û leşkerên girêdayî Rûsyayê ne.

Li gorî çavdêran; ev hejmarên mezin ên hedefgirtinan û rêjeyên kuştinan, asta rewşa ewlehiyê yê lawaz li Derayê û binketina "lihevkirinan" a bi hikumeta Şamê re nîşan dide ku bi garantoyê Rûsyayê 2 caran pêk hatiye.

Tevî ku ev çend salên di ser aloziya Sûriye re derbas bûne, lê hikumeta Şamê tu gav ji bo çareseriya wê neavêt û ji bo ku rê li ber azarên gel ê ku ji sedî 90 jê di bin xeta belengaziyê re dijî, bi binket. Her wiha her dem hewl dide hejmarên zêde ji axa Sûriye di bin kontrola xwe bike û zîhniyeta xwe bi rêya lihevkirinan re ferz bike.

(dm)