MSD`ê têkildarî gefên Tirkiyê civînek li Minbicê li dar xist

MSD`ê têkildarî gefên Tirkiyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bandora wan li çareseriya siyasî civînek li bajarê Minbicê li dar xist.

MSD`ê têkildarî gefên Tirkiyê civînek li Minbicê li dar xist
5 tîrmeh, 2022   13:42
MINBIC

Rewşenbîr, hiqûqnas, nûnerên partiyên siyasî û meclisên leşkerî yên bajarê Minbicê tev li civînê bûn ku li Xwaringeha El-Erebî ya li bajêr hate lidarxistin.

Hevserokê Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya MSD'ê Hesen Mihemed Elî behsa gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê û armancên wan ên li herêmê û rêbazên bersivdayîna van gefan kir.

Hesen Mihemed Elî diyar kir ku hebûna baregehên Tirkiyê li nêzî Mûsil û li Idlibê isbat dike ku armanca wê ne avakirina "herêma ewle" ye, lê belê pêkanîna projeya Osmaniya nû ya Mîsaqî Millî ye ku sînorê Tirkiyê ji Heleb û heta Mûsil e.

Hesen Mihemed bi domdarî got: "Eger rewşa herêmên Sûriyê bidin ber bajarên din ji ber ku li Sûriyê di rewşeke şer de ne, dê bibînin ku ev herêm ji herêmên din baştir e. Di heman demê de heke naxwazin rewşa wan bibe wekî ya Ezaz, Idlib û Carablusê ku Tirkiyê dagir kirine divê parastina van herêmên bi ewle bikin.''

Di dawiyê de beşdaran da zanîn ku divê bi hemû aliyan re çi bi hikumeta Şamê re be yan jî oposîzyon be diyalog werin lidarxistin û bi rêya hevgirtina niştimanî cihên kêm mane xurttir bikin.

(eh)

ANHA