Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya 3 rojan a êrişên dagirkeran eşkere kir

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û gundewarê Girê Spî eşkere kir.

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bîlançoya 3 rojan a êrişên dagirkeran eşkere kir
5 tîrmeh, 2022   13:30
EYN ÎSA

Meclisa Leşkerî ya Girê Spî bi beşdarbûna fermandar û şervanên meclisê daxuyaniyek têkildarî bîlançoya 3 rojan a êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Eyn Îsa û gundewarê Girê Spî da. Daxuyanî li ber avahiya meclisê ji aliyê fermandarê Meclisa Leşkerî ya Girê Spî Riyad El-Xelef ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser herêmê hatin şermezarkirin û hate gotin, dewleta Tirk a dagirker tevahî cûreyên çekên giran û navîn û balafirên bê mirov ên bi çek bi kar tîne.

Riyad El-Xelef diyar kir ku di encamên êrişên sê rojan de 2 sivîl şehîd bûn, 4 jî birîndar bûn, di nav de zarok hene û wiha domand:   "Di êrişa duh a Tirkiyê ya li ser gundê Hoşan de du welatî Bozan Osê (16) û Şêx Mihemed (25) şehîd bûn. Her wiha sivîlên bi navê Mihemed Bozan, Xalid Cebel El-Ehmed jî birîndar bûn.

Beriya vê yekê jî li gundê Ayoh ê dikeve rojhilatê navçeya Eyn Îsayê du sivîlên din bi guleyên sekvanên Tirkiyê ya dagirker birîndar bûn. Navê birîndaran ev in; Xelid Xelîl El-Sehil (16) û Seîd Zeyd El-Mîdfai (26).''

El-Xelef soza parastina rumeta xaka Sûriyê ji planên dagikirinê yên Tirkiyê û çeteyên wê da.

(bb)

ANHA