Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Mizgîn

​​​​​​​Şêniyên Kobanê li gundê Xan Mamid ê li başûrê Kobanê sersaxî da malbata şehîd Mizgîn Kobanê. Şêniyan got şerê wan li dijî dagirkeriya Tirk ku hewl dide pêkhateyan qir bike, êdî bûye şerê gel ê şoreşgerî.

Şêniyên Kobanê sersaxî da malbata şehîd Mizgîn
5 tîrmeh, 2022   12:54
KOBANÊ

Bi dehan şênî, endamên saziyên Kobanê, kesayetên ji partiyên siyasî yên li herêma Firatê ji Qada Şehîd Egîd a li bajêr berê xwe da konê sersaxiyê yê şehîd Mizgîn Kobanê. Şehîd Mizgîn Kobanê di encama hedefgirtina balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de li Reqayê şehîd bûbû.

Li bin konê sersaxiyê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan ya Herêma Firatê Ayşe Efendî axivî, şehîd Mizgîn Kobanê û şehîdên azadiyê bi bîr anîn.

Ayşe Efendî wiha got: "Em di rêya rizgariya ji koletiyê de berdewam in. Ev rê pir zehmet û dirêj e. Li pêş me gelek astengî hene û dijminê me hov e."

Ayşe Efendî gelên herêmê li ser lihevkirinê di paşberdeyê de li ser hesabên wan tên kirin, hişyar kir û bang li gel kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker hevgirtî bin.

Merasîma sersaxiyê bi dirûşmên "Bimire îxanet" û "Şehîdên me şevçirayên rêya me ne" bi dawî bû.

(fr)

ANHA