Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya endamekî xwe ku li navçeya Şedadê ya kantona Hesekê şehîd bûbû, eşkere kir.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn nasnameya şehîdekî eşkere kir
5 tîrmeh, 2022   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi daxuyaniyekê nasnameya endamekî xwe ku li bajarokê Şedadê 4`ê Tîrmehê şehîd bûbû, eşkere kir.

Nasnameya şehîd wiha ye:

Nav û paşnav: Mihemed El-Ewad

Navê bav: Ebdurezaq

Navê dayikê: Seide

Cih û dîroka tevlêbûnê: Şedadê 26-3-2019

Cih û dîroka şehadetê: Şedadê 4-7-2022

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di daxuyaniyê de sersaxiya malbata şehîd "Mihemed" xwest û soza şopandina rêya şehîdan da.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew ê sibe 6`ê Tîrmehê şehîd Mihemed saet 8:30 sibê li goristana şehîdan a Şedadê were veşartin.

(eh)