​​​​​​​Komîteya Şaredariyan qîrkirina rêya Dirbêsiyê-Hesekê bi dawî kir

Bi rasthatina salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê re Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya Kantona Hesekê ragihand ku projeya qîrkirina rêya Dirbêsiyê-Hesekê bi dawî bûye.

​​​​​​​Komîteya Şaredariyan qîrkirina rêya Dirbêsiyê-Hesekê bi dawî kir
5 tîrmeh, 2022   12:34
HESEKÊ

Komîteya Şaredarî û Jîngehê ya kantona Hesekê bi daxuyaniyekê ragihand ku projeya qîrkirina rêya di navbera Dirbêsiyê û Hesekê de bi dawî bûye.

Hevserokê Desteya Rêveberiya Herêmî û Jîngehê ya Herêma Cizîrê Silêman Ereb bi beşdariya endamên komîteyên şaredariyên kantonê, dezgehên medya û endamên saziyên sivîl ên Dirbêsiyê li pêşiya navçeyê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bi boneya Şoreşa 19`ê Tîrmehê me rêya di navbera Dirbêsiyê-Hesekê de bi dirêjahiya 20 kîlometre û firehiya 8 metre qîr kir.

Di demekê de ku herêm di rewşeke zehmet re derbas dibe û dewleta Tirk a dagirker gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe, me li gorî derfetên xwe xizmet kir, ev jî dide xuyakirin ku em li vir xizmetguzariyên sereke û stratejîk ji gelê xwe re dikin.

Di dawiyê de em dibêjin, armanca Şoreşa 19`ê Tîrmehê xizmeta gel bû û hîn jî vê yekê dike."

(eh)

ANHA