Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran serî li serdozgariyê da

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo hevdîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji bo çûyîna Îmraliyê parêzeran serî li serdozgariyê da
5 tîrmeh, 2022   11:33
NAVNEDA NÛÇEYAN

Parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrinê Îbrahîm Bîlmez, Newroz Uysal, Mazlûm Dînç û Cengîz Yureklî ji bo hevdîtina li gel rêber Abdullah Ocalan serlêdan kirin. 15 meh in parêzer nikarin muwekîlên xwe bibînin.

Parêzer ji bo hevdîtina bi rêber Abdullah Ocalan di hefteyê de du caran serî li saziyan didin. Daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tên hiştin.

Carinan piştî mehan hincet tê nîşandan ku cezayê hevdîtinê li muwekîlan hatine birîn.

Serokatiya Desteya Dîsîplînê ya Îmraliyê der barê Abdullah Ocalan û girtiyên din de, di 31’ê Gulanê de cezayê dîsîplînê yê 3 mehan da. Ev agahî di 26’ê Hezîranê de derket holê. Parêzeran diyar kirin ku dema ceza li muwekîlên wan tên birîn ew nayên agahdarkirin û nerazîbûn nîşan dan ku ev ‘bêhiqûqî’ ye.