Cotkarên Şehbayê li şûna mazotê enerjiya tavê bi kar tînin

Ji ber ambargoya li ser herêmê ku bûye sedema tunebûna mazotê û gelek madeyên din, cotkarên kantona Şehbayê enerjiya tavê bi kar tînin û bi rêya wê zeviyên xwe av didin.

Cotkarên Şehbayê li şûna mazotê enerjiya tavê bi kar tînin
4 tîrmeh, 2022   06:21
ŞEHBA – XANDÎ ELO

Hikumeta Şamê ji beriya 4 salan ve ambargoyeke giran li ser kantona Şehbayê ferz kiriye, nahêle madeyên sereke yên jiyanî derbasî kantonê bibin.

Ji ber ambaroyê jî mazot li ser kantonê qut bûye, heger peyda bibe jî nirxê wê biha ye. Di encamê de di gelek caran de ziyanên mezin gihiştin çandiniyê û rûbera çandiniyê kêm bûn.

Ji bo derbaskirina vê pirsgirêkê û rêgirtina li ber karesatekê ku bighêje 150 hezar kesên li kantonê dijîn, cotkaran çareseriyên alternatîf ji mazotê re dîtin da ku zeviyên xwe av bidin, ew jî enerjiya tavê ye.

Yek ji girîngtirîn sûdên vê çareseriya alternatîf, kêmkirina lêçûnên mazotê ye. Ji ber ambargoya li ser herêmê buhayê 1 bermîl mazot gihaşt 1 milyon lîreyên sûrî û ji bo avdanê pêwîstiya cotkaran tavane bi bermîlekê heye. Her 1 bermîl 220 lître ye.

Enerjiya tavê ji enerjiyên paqij û dosta jîngehê ye. Ji ber wê jî Komîteya Çandiniyê destek da ku cotkaran vê çareseriyê bikar bînin.

Tabloyên enerjiya tavê pir buha ye. Mirov dikare çend salan sûdê jê bigre. Ji ber wê jî lêçûna zêde qezenc dike ku cotkar li şûna mazotê ji bo avdana zeviyan, bikar bîne.

Yek tabloya 540 wattan bi 330 dolarê amerîkî ye. Pêwîstiya xetaseke bi hêza 50 hesp bi 90 tabloyên tavê heye. Bi vê yekê lêçûnên dayîna van tabloyan digihêje nêzî 30 hezar dolarî. Lê ev lêçûn tenê ji bo yek carê ye û ev yek ku çareseriya alternatîf cûda dike.

Mekanîzmeya avdanê bi rêya depokirina enerjiya tavê bi rêya van tabloyan tê kirin û wê vediguherîne kehrebe da ku pompên avê yên li ser bîran, vêxe.

Ev ptave ji sala borî ve hatiye destpêkirin û hejmara cotkarên ku ji bo avdan bi kar tînîn gihaşt 20 kesan.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya herêma Efrînê Basim Osman têkildarî mijarê got, piraniya cotkarên zeviyên enerjiya alternatîf an ku enerjiya tavê bi kar tînin.

Basim Osman diyar kir ku enerjiya tavê dihêle ku cotkaran dev ji mazotê berdin ku ji ber ambargoyê li kantona Şehbayê nayê peydakirin.

(bx)

ANHA