Çeteyan du welatiyên ji Eyn Darê ya Efrînê revandin

Çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker du welatiyên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî revandin.

Çeteyan du welatiyên ji Eyn Darê ya Efrînê revandin
4 tîrmeh, 2022   06:07
ŞEHBA

Nûçegihanê me li gorî çavkaniyekî ji navçeya Şêrawa ragihand ku çeteyên “Polîsên Leşkerî” yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker di 1`ê Tîrmehê de du welatiyên ji şêniyên gundê Eyn Darê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ya dagirkirî, revandin û birin cihekî ne diyar.

Navên kesên hatine revandin wiha ne: Mesûd Izedîn Birîmo (53) û Seydo Reşad Elî (37).

(cx)

ANHA