​​​​​​​'Dewleta Tirk a dagirker êrişî projeya neteweya demokratîk dike'

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a  Minbic û gundewarê wê Sîham Hemo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bajêr û gundewarên wê şermezar kir û bang li şêniyan kir ku dev ji axê xwe bernedin û rê li ber dagirkeran venekin.

​​​​​​​'Dewleta Tirk a dagirker êrişî projeya neteweya demokratîk dike'
4 tîrmeh, 2022   04:24
MINBIC- EHMED QERAC

Ji dema rizgarkirina Minbicê ji aliyê Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve ji çeteyên DAIŞ'ê di 15'ê Tebaxa 2016'an de, êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên wê yên li ser herêmê ranwestiyane.

Roja Şemiyê artêşa Tirk a dagiker û çeteyên wê gundê Ereb Hesen ê dikeve bakurê bajar topbaran kir. Di encamê de zarokê bi navê Mihemed Ebdulletîf El-Henefî (13) û Ehmed Fûad El-Henefî (12) şehîd bûn.

Têkildarî mijarê, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbic û gundewarên wê Sîham Hemo got:" Di demên dawîn de gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye û taybet Minbicê û sûcên li dijî sivîlan zêde bûne. Beriya çend rojan gundên sînorî yên bajarê Minbic topbaran kir û di encama wê de du zarok û ciwanek ku li baxçeyê xwe dixebitî şehîd bûn."

Sîham Hemo anî ziman ku binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên hedefgirtina sivîlan û gundên tijî şênî karekî ne exlaqî û ne mirovî ye û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişan ew e ku tirsê di nav welatiyan be belav bike da ku gundan ji niştecihên wê vala bikin."

Sîham Hemo got ew weke rêvberiyê bajarê Minbic, êrişên dewleta Tirk û gefaxwarinên wê yên nû li dijî Minbic, Til Rifet û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye şermezar dikin û bang li şêniyan kir ku bi xaka xwe ve girêdayî bin û ji malên xwe dernekevin.

Sîham Hemo di dewama axaftina xwe de îşaret bi daxuyaniyên dewleta Tirk kir ku dixwaze herêmeke  "ewle" ava bike û wiha got: "Her kes dizane ku Bakur  û Rojhilatê Sûriyê herêmên herî ewle yên Sûriyê ne. Berovajî herêmên di bin serweriya dewleta Tirk de ye ku aloziya ewlehî, talankirin, revandin û şantajkirin lê rû didin."

Sîham Hemo bal kişand ser têkiliyên dewleta Tirk a dagirker bi çeteyên DAIŞ'ê re û wiha pê de çû: "Beriya rizgarkirina bajarê Minbicê ji qirêjiya terora DAIŞ'ê ya ku gef li cîhanê dixwar, dewleta Tirk a dagirker qala avakirina herêma ewle nedikir. Ev dide diyarkirin ku Tirkiyê piştevanê terorê ye. Piştî rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ'ê û  belavbûna ewlehî û îstiqrarê, dewleta Tirk bi rêya gefên xwe yên domdarî dixwaze ewlehî û projeya neteweya demokratîk a li herêmê têk bibe."

Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Minbic û gundewarên wê Sîham Hemo bang li rêxistinên hiqûqî û mirovahî kir ku helwestek cidî li hember sûcên dewleta Tirk nîşan bide û got: "Ev sûc tevahî qanûn û peymanên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan bin pê dike.''

(dm)

ANHA