ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-07-2022

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-07-2022
3 tîrmeh, 2022   23:00

-Rêxistinên Civaka Sivîl ên Reqayê bi daxuyaniyeke hevbeş banga girtina qada hewayî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber balafirên dewleta Tirk a dagirker dikin. Daxuyanî li naverasta bajarê Reqayê tê dayîn, saet 11:00'an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Seroka Weqfeya Jîn a Jinan a Lubnanê Buşra Elî got: “Cezayên dispîlînê yên li rêber Abdullah Ocalan hatine birîn, biryarên siyasî ne û dûrî qanûnê ne. Tecrîd ne tenê kesayeta rêber Ocalan lê belê gelên bi fikrên wî bawer dike hedef. Em ê têkoşînê mezin bikin heta ku azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan pêk bê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî êriş û gefên dewleta Tirk a dagirker girêdana xwe ya bi xakê ve nîşan da û diyar kir ku tevgera li gorî şer ê gel ê şoreşgerî misogeriya parastinê ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevseroka Meclisa Qanûnsaz a  Minbic û gundewarê wê Sîham Hemo êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî bajêr û gundewarên wê şermezar kir û bang li şêniyan kir ku dev ji axê xwe bernedin û rê li ber dagirkeran venekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Welatiyên Kurd helwesta Swêd û Fînlandiyayê yên li dijî kurdan şermezar kir û diyar kir bersiva yekane ya li hemberî peymanên li dijî kurdan hevgirtin û rêxistinkirin e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Li paytexta Spanya Madrîdê di 28-30`yê Hezîranê de civîna NATO’yê ya 32. pêk hat. Di civînê de ji derveyê 30 welatan, welatên Awisturya, Japonya, Zelenda Nû û Koreya Başûr, Qibrisa Başûr û   Gurcistanê ya ku bi “Çarmenda Pasîfîk-Asya” tê binavkirin û delegasyona Swêd û Fînlandiya ku ji bona endamtiyê serlêdan kiribûn, bi tevahî 14 welat hatin temsîlkirin. Piştê civînê ya ku 44 welat dihatin temsîlkirin, “Belgeya Konsepta Stratejîk ya NATO’yê” hate eşkerekirin.

JIN

-Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya Tebqayê panelekê li ser ''azarên jinan di nav aloziya Sûriyê de'' li dar dixe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Şarederiyên gel ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêkanîna projeyên xwe yên xizmetguzarî didomînin, jê yên herî girîng ziftkirina rêyan, avakirina parkan, çareserkirina pirsgirêkên kanalîzasyonê. Li Qamişlo û Hesekê projeya ronîkirinê didomin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji ber ambargoya li ser herêmê ku bûye sedema tunebûna mazotê û gelek madeyên din, cotkarên Şehbayê enerjiya rojê bi kar tînin ku bi rêya wê zeviyên xwe av didin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA