​​​​​​​'Swêd û Fînlandiyayê bi helwesta xwe demokrasiya xwe winda dikin'

Welatiyên Kurd helwesta Swêd û Fînlandiyayê yên li dijî kurdan şermezar kir û diyar kir bersiva yekane ya li hemberî peymanên li dijî kurdan hevgirtin û rêxistinkirin e.

​​​​​​​'Swêd û Fînlandiyayê bi helwesta xwe demokrasiya xwe winda dikin'
4 tîrmeh, 2022   01:51
HESEKÊ – BASIL REŞÎD

Bertekên li hemberî  peyamana dewleta Tirk a dagirker û Swêd û Fînlandiyayê ya li dijî gelê Kurd dewam dikin.

28'ê Hezîranê her sê dewletan lihevkirineke li ser esasê dijbertiya kurdan û pejirandina siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê Kurd pêk anîne. Ev lihevkirin beriya civîna NATO'yê pêk hat. Komîteya Têkiliyên Derve ev yek wekî îlankirina dijminahiya li kurdan bi nav kir.

Li ser mijarê welatiya bi navê Gulîstan Ebdo ya ji bajarê Hesekê ye got: "Armanca wan ew e ku careke din destûr bidin Tirkiyê da ku bi hincetên cûda gelê Kurd qut bikin. Dewletên ku îdiaya demokrasiyê dikin, xema wan tenê berjewendiyên wan in."

Gulîstan Ebdo anî ziman ku hêza gelê herêmê heye ku dikare xwe bi rêve bibe û bêyî hêzên derve, parastina xwe bike.

Gulîstan Ebdo her wiha girîngiya hevgirtina gelên Kurdistanê destnîşan kir û got: "Divê partiyên siyasî, di serî de Kurd ji bo têkbirina plan û berjewendiyên navneteweyî yên bi armanca qirkirina gelê Kurd xebatên xwe xurt bikin."

Welatiyê bi navê Mihemed Bedir destnîşan kir ku piştevaniya Swêd û Fînlandiyayê ya bi armancên dewleta Tirk a dagirker a ku destekê dide DAIŞ'ê, gumana li ser demokrasîbûna wan çêdike û destpêka piştevaniya wan bi DAIŞ'ê re nîşan dide.

Bedir got: "Em niha dibînin ku dewletên ku îdiaya demokrasiyê dikin li kêleka dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd ê ku şerê xeteriya DAIŞ'ê dike, disekinin."

Mihemed Bedir anî ziman ku divê Kurd li hemberî lihevkirinên ku hebûna wê dike hedef rêxistina xwe xurt bike û wiha domand: "Di şoreşê de me xwe spart xwe. Me zêdetirî 12 hezar şehîd û zêdetirî 25 hezar birîndar dan. Li hemberî dijmin me xwe nespart tu kesî. Divê em parastina xweser li ser xaka xwe xurt bikin û hebûna xwe biparêzin. Di lihevkirinên wan ên li dijî kurdan tiştekî nû tune ye."

Welatiyê bi navê Ebduselam Ezîz Mihemed anî ziman ku bersiva herî xurt a li hemberî lihevkirinên li hemberî kurdan, şerê gel ê şoreşgerî ye û got: "Ev yek bi hevgirtin û rêxistinkirina civakê pêkan e. Pêvajoya heyî pêvajoya hebûn û tunebûnê ye. Ew lihevkirin ne xema me ye, ji ber ku em xwe dispêrên xwe."

ANHA