Osman Xelef: Lihevkirina Madrîdê komployeke nû li dijî Kurdan e

Hevserokê TEV-DEM’ê yê Herêma Firatê Osman Xelef diyar kir ku lihevkirina Madrîdê komployeke nû li dijî kurdan e û dem dema xebatên dîplomasî ye û got: "Projeya Kurdan demokratîk e û ne li gorî projeyên dewletên ku hewl didin hegemoniya xwe li herêmê ferz bikin e."

Osman Xelef: Lihevkirina Madrîdê komployeke nû li dijî Kurdan e
3 tîrmeh, 2022   06:53
KOBANÊ

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) a Herêma Firatê Osman Xelef lihevkirina Medrîdê ku hemwextî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk hat, şermezar kir û bang li Kurdan kir ku li hemberî encamên van lihevkirinên ku li dijî wan tên sazkirin, hişyar bin.

Osman Xelef diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker ji bo qirkirina Kurdan di aliyên siyasî û leşkerî de hemû derfetan bi kar tîne û naxwaze li herêmê aştî mîsoger bibe û got: "Ji berjewendiyên dewleta Tirk e ku şer dewam bike. Lihevkirina Madrîdê komployeke siyasî ya nû li dijî Kurdan e. Çaxêa ku gelek bi terorê tê tawanbarkirin û dewletên endamên NATO`yê destekê didin vê biryarê, ev tê wateya ku komployek pir mezin heye û divê Kurd li beramberî wê şiyar bin."

Osman Xelef destnîşan kir ku projeya Kurdan a demokratîk ne li gorî berjewendiyên wan dewletan in yên ku hewl didin hegemoniya xwe li ser herêmê ferz bikin, lewma jî hemû alî êrişî Kurdan dikin, nexasim dewleta Tirk a dagirker ku dixwaze wan wekî terorîst bide xuyakirin û pê re dagirkeriya xwe li herêmên wan rewa bike.

'DIVÊ DÎPLOMATÊN KURD BIKEVIN TEVGERÊ'

Osman Xelef bang li dîplomatên Kurd kir ku bikevin tevgerê û wiha got: “Ji ber ku li pêşberî wan erkên zehmet hene, divê îsbat bikin ku Kurd ne terorîst in, berovajî wê aştîxwaz in. Eger vê nekin, dê bi komployên li dijî wan tên sazkirin re rû bi rû bimînin."

Hevserokê TEV-DEM a Herêma Firatê Osman Xelef durûtiya navneteweyî ya li hemberî Kurdan û doza wan şermezar kir û ev tişt anîn ziman: "Ji ber ku Kurdan terora DAIŞ’ê têk bir û da ku cîhan di ewlehiyê de bijî bi hezaran keç û xortên xwe dan. Ji lewra ev gel vê înkarkirinê ji aliyê cîhanê ve heq nake.”

Der barê gefên dewleta Tirk  a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de Osman Xelef got, daxuyaniyên rayedarên Tirk îsbata îflasa wan a siyasî ye û ji bo derxistina krîzên hundirîn e. Xelef wiha axaftina xwe domand: “Ji ber siyaseta wan a binkeftî ku nikarin pê welat bi rêve bibin, dixwazin bala gelê xwe bikişînin derve û bi rêya tirsandina şêniyan tevlîheviyê derxin.”

Fînlandiya, Swêd û Tirkiyê di 28`ê Hezîrana derbasbûyî de li paytexta Spaniya Madrîdê lihevkirineke sêalî îmze kir . Tê de her du welatan, li hemberî erêkirina Tirkiyê li ser endametiya wan a NATO’yê, siyasetên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Kurdan erê kir.

(eh)

ANHA