​​​​​​​Li herêmên ''Lihevkirinan" alozî dewam dike

Li gorî daneyan, hejmara bûyerên kuştinê li Derayê zêde bûye, ev yek destnîşan dike ku rewşa ewlehiyê li bajêr, paşde çûye bi taybet piştî ku hikumeta Şamê “Lihevkirin” li dar xistin. Nivîskar û rojnamevanê sûrî Ednan Elî got: “Ev 'lihevkirin' çareseriyeke rastîn nîn e. Ji ber ku sedemên nakokiyê di navbera rejîm û xelkê de çareser nake.”

​​​​​​​Li herêmên ''Lihevkirinan" alozî dewam dike
3 tîrmeh, 2022   01:55
NAVENDA NÛÇEYAN-CÛDÎ ÎSMAÎL

Li bajarê Dera yê başûrê Sûriyê tevlihevî û aloziya ewlehiyê heye. Ji dema ku hikumeta Şamê bi sponseriya Rûsyayê "lihevkirin" dan destpêkirin, bûyerên alozî û bûyerên kuştinê zêdetir bûne.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku ji destpêka îsal ve û heta niha, 274 êriş û hewldanên kuştinê pêk hatine. Di encamê de 229 kes hatine kuştin di nav de 115 welatî ne, 92 endamên hêzên hikumeta Şamê, hevkarên bi saziyên ewlehiyê re û endamên “Lihevanînan” hene.

Ji hejmara zêde ya bûyeran û rêjeya kuştinê ya zêde, diyar diber ku rewşa ewlehiyê li Derayê ne baş e. Her wiha li ser têkçûna anku binkeftina ''lihevanînan'' delîl e ku hikumeta Şamê bi sponseriya Rûsyayê du caran li dar xistiye; cara yekemîn sala 2018`an û cara duyemîn sala 2021`an. Li gorî çavdêran, ''lihevanîn'' an ku 'çareserî'' şeklî bûn û rewşa li Derayê aloztir kir.

TOLHILANÎN Û NAKOKBÛNA BERJEWENDIYAN

/kr/uploads/files/2022/07/02/192905_-2.webp

Nivîskar û rojnamevanê sûrî, Ednan Elî sedemên tevliheviya ewlehiyê ya li Derayê vegerand du sedeman û got: “Li gorî min, ji dema ku hikumeta Şamê herêm kontrol kiriye ve, vê siyasetê bi zanabûn dimeşîne. Armancên wê gelek in. Yek; ew dixwaze tola xwe ji parêzgehê hilîne ku dergûşa şoreşa li dijî rejîmê bû. Her wiha gelek raydarên ewlehiyê yên rejîmê, dixwazin kesên têkiliya wan bi baskên şoreşê yên siyasî û leşkerî  re hene tune bikin. Di nav de kesên ku tev li 'Lihevkirina' bûne.”

Bi derbasbûna 12 salan li ser aloziya Sûriyê re, piştî ku dewriyeyeke ewlehiyê ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê bi ser bajêr de girt û gelek avahî dorpêç kirin da ku komeke çekdarên xwecihî bigire ku lihevkirin qebûl nekirine û dijberên xwe careke din bixe bin kontrola xwe, şerên dijwar di navbera hêzên hikumeta şamê û çekdarên xwecihî de li bajarê Casim ê bakurê Derayê de rû dan.

Der barê sedemên din ên tevliheviya ewlehiyê li Derayê de Elî got: “Sedema din jî ew e ku rayedarên saziyên ewlehiyê yên li başûr çalak in, bi wan re Firqeya 4`an û milîsên Îranê di serî de Hizbullah heye, êdî her yek li gorî hesabê xwe yê taybet kar dike. Di gelek mijaran de siyasetên wan aliyên hevkar li dijî hev derdikevin. Rikberî jî heye ku xanîmetan bi dest bixin ku êdî niha bûye madeyên hişbirê. Nexasim piştî ku başûrê Sûriyê (Dera û Siwêyda) veguherî, korîdoreke sereke ya bazirganiya madeyên Hişbrê ber bi Urdunê ve û ji wir ber bi dewletên Kendavê ve.”

Rojnamevan û nivîskarê sûrî diyar kir ku bazirganiya madeyên hişbirê, ji bo rejîma Sûriyê û Hizbullah heta ji bo rayedarên saziyên ewlehiyê û Firqeya 4`an bûye jêdera sereke ya qûtê û wiha pê de çû: “Ji berjewendiyên wan e ku îstîqrar li herêma başûr pêk neyê. Ji ber heke pêk were, dê civaka xwecihî bibe yek û li hember parçekirina civakê bi rêya madeyên hişbirê bisekinin.” 

DESTPÊKA BIDAWÎBÛNÊ

Ruxmî derbasbûna gelek salan li ser destpêkirina aloziyê, lê hikumeta Şamê tu çareserî jê re pêşkêş nekiriye. Nekarî, azarên gelê xwe bi dawî bike ku zêdetirî ji sedî 90`ê wan di bin xeta xizaniyê de ye ji ber paşdeçûna rewşa abor. Di siyaseta kontrolkirin û zihniyeta kevin de bi rêya pêkanîna “lihevkirinên bê feyda”, bi israr e.

Li gorî çavdêr û siyasetmedaran, hikumeta Şamê bi israra xwe ku aloziya Sûriyê li gorî zihniyeta xwe çareser bike, roleke neyînî lîst. Ji ber rewşa paşketî ya gelê Sûriyê bi kar anî da ku hegemoya xwe fireh bike û lihevkirinên bê pîvanên nîştimanî pêk bîne.

Ednan Elî diyar kir ku hikumeta Şamê nikare çareseriyeke rastîn a siyasî ji aloziya li welêt re bibîne ku êdî nayê çareserkirin û got: “Ew dizane ku her çareseriyeke rastîn, tê wateya destpêka bidawîbûna wê. Ev rejîm nayê guhertin û bi tenê bi rêya meşandina siyaseta ewlehiyê li ser herêmê xwe li ser lingan bihêle. Ji vir diyar dibe ku ew ji dîtina çareseriyên siyasî li ser bingeha sponseriya navneteweyî, Meclisa Ewlehiyê, Astana û Cinevê, direve.” 

Elî ev li gotinên xwe zêde kir: “Di rastiyê de, hizira rejîmê rast e, ji ber her çareseriyeke siyasî dê saziyên artêşê û ewlehiyê ji desthilata rejîmê qut bike û dê girêdayî hikumetekê be ku nûnertiya pêkhateyên Sûriyê dike. Mîna vê çareseriyê jî, heta ku bi awayekî diyar banga hilweşandina rejîmê neke jî, lê dê desthilata mutleq a serokê dewletê sînordar bike. Dê wê li ser hikumetê, parlamento û meclisên herêmî yên hilbijartî, dadwerî (dadweriyeke serbixwe) belav bike. Wek encam, ev tê wateya dawiya rejîmê ku parvekirina desthilat û berheman qebûl nake.” 

WESÎLEYA FERZKIRINA DESTHILATÊ MÎNA BERÊ

Di dawiyê de nivîskar û rojnamevanê sûrî, Ednan Elî got: “Lihevkirinên ku rejîma Sûriyê li ser wê bi israr e wek alternatîfên çareseriyên siyasî, çareseriyeke rastîn nîn e. Ji ber ku ev lihevkirin sedemên nakokiya di navbera rejîm û xelkê de çareser nakin. Armanca wan a herî mezin, vegerandina desthilata rejîmê mîna berê ye bêyî ku binesaziya desthilatê bê guhertin ku gel li dijî wê rabû.”

(şx)

ANHA