Dagirkeriya Tirk navenda Til Rifetê bombe kir

Balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kir.

Dagirkeriya Tirk navenda Til Rifetê bombe kir
3 tîrmeh, 2022   06:10
ŞEHBBA

Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker beriya çend kêliyan navenda bajarê Til Rifetê bombebaran kiriye.

Agahiyên derbarê encamên bombebaranê de hîna negihaştine ber dest.

Li navçeya Til Rifet a kantona Şehbayê bi deh hezaran sivîlên ku ji kantona Efrînê ya dagirkirî koçber bûne, bi cih dibin.

(cx)

ANHA